'Mekanîzmaya bazirganiyê ya bi Îranê re wê demeke nêz amade be'

Hate ragihandin, mekanîzmaya ku welatên Ewropî dixwazin bi rêya wê bazirganiyê bi Îranê re bikin û nekevin ber pêkanînên DYE'yê, wê di demeke kurt de amade be.

Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Heiko Maas di dema serdana Tehranê de daxuyaniyek da û diyar kir, mekanîzmaya "Instex" a ku Fransa, Elmanya û Qraliyeta Yekbûyî amade kirine wê di demeke kurt de bikeve meriyetê.

Welatên Ewropî ji bo karibin têkiliya bazirganiyê bi Îranê re bidomînin û nekevin ber pêkanînên DYE'yê bi mehan e li ser mekanîzmayên cuda dixebitîn.

Maas got, "Ya ku qala wê dikin amûreke nû e, lewma xistina wê ya meriyetê ne karekî hêsan e."

Maas anî ziman ku şert û mercên fermî hemû pêk hatin û li gorî wî wê di demeke kurt de karibin bikar bînin.

Maas ku serdana Tehranê kiriye, tê payin bi Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî û hempîşeyê xwe yê Îranî Mûhammed Cevad Zarîf re hevdîtinê bike.

Maas bi rêya vê hevdîtinê dixwaze nîşan bide ku wan hîn dev ji rizgarkirina peymana nukleerî bernedane.