Piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a ku 200 rojan di greva birçîbûnê de mabû, çalakiya xwe bi dawî kiribû. Guven li nexweşxaneyê tedawiya wê dihat kirin û îro tedawiya wê ya li nexweşxaneyê qediya.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) agahiya qedandina tedawiya Leyla Guven li ser malpera xwe ya fermî eşkere kir. Guven tedawiya wê qediya lê ew ê kontrola wê ya tendirustiyê bidome.
Sabîha Temîzkan a ku keça Leyla Guven e, li ser hesabê xwe yê twîtterê, derbarê dayîka xwe de got ku: "Dayika min Leyla Guven ji bo ku bigihije tenduristiya xwe ya berê, em neçar man ku heya demekê navberê bidin serdanan. Niha silavên xwe ji hemû kesan re dike. Dibêje, 'Ji bo ku di demek herî nêz de di serî de gelê Colemêrgê, ez hemû gelê xwe hembêz bikim, ezê hîn xurttir vegerim nav gel.'"