ROJEVA 10'Ê HEZÎRANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Hezîrana 2019'an.

- Elî Omar ê ji Qamişloyê ku salên 1990'î serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir got, "Piştî ku min serok dît, hîn bêhtir bi partiyê ve hatim girêdan. Rêber Apo nîşaneya welatparêziyê ye."

- Jinên li Swîsreyê xwe amade dikin ku bi dirûşma "Jin rê li ber azadiyê vedikin" li Festîvala 6'emîn a Sakîne Cansiz a Jinan li hev bicivin.

- Di nava jiyana gerîla de ti nêzîkatiyên hişk nîne. Ne tu dikare bêje spî ye, ne jî reş e. Hem a hemû rengan e, hem jî ya ti rengî ye. Mirov ne dikare bêje ya çandekê ye, lê di heman demê de ya her deverê ye. Dema ku di rêya ku nîşanî min da de meşiyam li vê yekê rast hatim. Jineke ciwan bû, li gel wê rûniştim. Navê wê Hêlîn Harûn e. Dema ku dibêjim çima Hêlîn Harûn, dest pê dike ku qala birayê xwe yê biçûk bike.

- Masiyê Gola Wanê ku cûreyê wê tenê li Gola Wanê heye, tevî ku di navbera 15'ê Nîsanê û 15'ê Tîrmehê de nêçira wan qedexe ye, her roj bi tonan bi rengekî qaçax tên zevtkirin û qetilkirin.