Girtiyên li Şakranê bi jehrê ketin

Eşkere bû, girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Şakranê di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de bûn, piştî ku dawî li çalakiya xwe anîn xwarin şaş ji wan re hatiye dayin, lewma bi jehrê ketine û ew rakirine nexweşxaneyê.

Girtiyên ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 22'ê Gulanê dawî li greva birçîbûnê û rojiya mirinê anîn nayên dermankirin. Yek ji devera ku tedawiya wan li gorî pîvanên navneteweyî û Protokola Stenbolê pêk nayê Şakran e. Eşkere bû, ji girtiyên siyasî yên dawî li greva birçîbûnê anîn Hatîce Calihan û 5 girtiyên siyasî yên bi wê re, ji ber xwarina ku xwarin bi jehrê ketin û ew rakirin nexweşxaneyê. Hatîce Calihan çend roj beriya rakin nexweşxaneyê ji ANF'ê re axivî bû û gotibû, rêveberiya girtîgehê li şûna xwarina şilî, bi rojan hêka kelandî, patatê kelandî û xwarina zarokan dide wan. Calihan anîbû ziman ku li Şakranê bi giştî 30 girtiyan dawî li greva birçîbûnê anîn, lê belê tenê du ji wan rakirin nexweşxaneyê û gotibû, "Di nava 3 rojên piştî greva birçîbûnê de şehriye, şorbeya bi ava firingiyan û hêka kelandî dan me. Ji ber vê yekê bi gelek hevalên me re metirsî çêbû ku mîdeya wan xwîn bibe."

DU ROJAN LI BEŞA LEZGÎN HIŞTINE

Dayika Hatîce Calihan Zeynep Calihan nerazîbûn nîşanî vê nêzîkatiya kêfî da. Zeynep Calihan ku ji bo destekê bide keça xwe û girtiyên di greva birçîbûnê de, li gel êrîş û astengiya polîsên Tirk li ber Girtîgeha Gebzeyê bi mehan li ber xwe da, doh (5'ê Hezîranê) serdana keça xwe kir. Zeynep Calihan hîn bû ku ji ber xwarina rêveberiya girtîgehê daye wan keça wê û pênc girtiyên siyasî yên pê re bi jehrê ketine, çend roj berê ew rakirine nexweşxaneyê û du rojan li beşa servîsa lezgîn hatine hiştin. Calihan diyar kir ku moralê keça wê bilind e û got, "Destên wê sar bûn lê belê îradeya wê gelekî xurt bû." Zeynep Calihan destnîşan kir, eger tiştekî nebaş bi tenduristiya keça wê û girtiyên siyasî bê wê Wezîrên Edalet û Tenduristiyê, desthilatdariya siyasî berpirsyar bin.