Çekdar Botan û Lecwan Mûnzûr li Kolnê hatin bîranîn

Adil Sunger (Lecwan Munzur) û Ruhat Tabak (Çektar Botan) li bajarê Koln ê Elmanyayê bi civînekê hatin bîranîn. Di civînê de ku ji aliyê TCŞ'ê ve hate pêkanîn, ji bo xurtkirina têkoşînê bang hate kirin.

Adil Sunger û Rûhat Tabak 5'ê Hezîrana 2016'an li Qendîlê ji ber êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk şehîd bûbûn. Sunger û Tabak li bajarê Kolnê yê Elmanyayê hatin bîranîn. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) civîn pêk anî û gelek kes tevlî bûn.

Bi navê TCŞ'ê Şiyar Gabar axivî û diyar kir, Lecwan û Çekdar bi karê xwe yê li Elmanyayê berpirsyariyeke mezin dane ser milê ciwanên Kurd.

Şengê Kahraman bi navê KOMAW'ê axivî û diyar kir, dem çiqasî di ser re derbas bibe jî bîranîna şehîdan giran e.

Ji Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê Jînda Denîz jî got, "Taybetmendiya herî girîng a Çekdar û Lecwan ew bû ku timî rûyê wan dikeniya û moral didan derdorê."

Piştî nîşandana sînevîzyonê Ferîde Halîtoglû helbesta "Ez Kurd im dayê" ya ji bo şehîdan nivîsandî xwend.

Herî dawî dayika Adil Sunger Ayten Sunger axivî.

Sunger got, "Ez bixwazim qala wî bikim wê pirtûk û helbest têra wî nekin. Ji ber ku her şehîdên me bi vî rengî ye. Leyla Guven dayikek bû, metirsî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd dît, bêyî berjewendiyekê bide pêş çavên xwe bedena xwe da ber mirinê. Li gel wê heft hezar hevrêyên wê ji bo bicihanîna xeyalên nîvcomayî bedena xwe dan ber mirinê. Li pêşberî şehîdên me yên hêja yên li dijî tecrîdê bedena xwe feda kirin, li pêşberî Lecwan, Çekdar û Viyan ez careke din bejna xwe bi rêzdarî ditewînim."

Civîn bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.