Êrîşên qirker ên dewleta Tirk li Viyanayê hatin şermezarkirin
Êrîşên qirker ên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê, li bajarê Awûstûrya Viyanayê hatin şermezarkirin.
Êrîşên qirker ên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê, li bajarê Awûstûrya Viyanayê hatin şermezarkirin.
Çalakî li ber Opera ya li Karsplatzê ya Viyanayê pêk hat û dîwarê ku dewleta Tirk li Efrînê lê dike jî hate şermezarkirin.
Di çalakiyê de ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Viyanayê ve hate pêkanîn, êrîşên qirker ên dewleta Tirk û dagirkeriya li Efrînê hatin şermezarkirin.
Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û raya giştî li ser êrîşên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û lêkirina dîwar vê dawiyê li Efrînê hate agahdarkirin.