Îba dest bi karê dîplomasiyê kir

Yûsuf Îba ku 138 rojan di greva birçîbûnê de ma, bi gelek parlamenteran û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl re hevdîtin kir. Îba nêrînên Ocalan ên bi 7 xalan pêşkêşî raya giştî kiribû, parve kir.

Rojnamevanê Kurd Yûsûf Îba ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Toronto yê Kanadayê kete greva birçîbûnê û bi banga Ocalan di roja 138'an de dawî li çalakiya xwe anî, ji bo pêvajoya nû bi parlamenterên Kanadayî re hevdîtin kir. Îba nêrînên Ocalan ên ji bo aştiyê parve kir.

Yûsûf Îba piştî tedawiya xwe, ji bo peyama Ocalan a ji 7 xalan pêşkêş kiribû bi mirovên li parzemîna Emerîkayê re parve bike kete nava liv û tevgerê.

Îba destpêkê bi parlamenterên jin û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl re hevdîtin kir. Îba peyama Ocalan parve kir û ji bo pêkhatina aştî û azadiyê banga piştgiriyê kir.