Buldan: Divê şandeyên siyasî jî biçine Imraliyê

Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan got divê ne tenê parêzer û malbat her wiha şandeyên siyasî jî biçine Imraliyê.

Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan got hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah  Ocalan a parêzer û malbatan baş e lê ev gav têrê nake, ji bo ku ji pirsgirêka Kurd re cihokên çaseriyê û siyaseta demkratîk vebe divê şandeyên siyasî jî bikaribin biçine Imraliyê.

'ÇI DEMA KU TECRÎD HEBE KRÎZ Û KAOS DEST PÊ DIKE'

Buldan li ser hevdîtinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên parêzer û malbata xwe got, ''Me tim ji vê bawer kir; dema ku bi Rêzdar Ocalan re hevdîtin têne kirin li Tirkiyê tim pêvajoya bê şer çêbûye. Lê çi dema ku ew derî bi tecrîdeke mitleq hatiye girtin, çûnûhatina li Imraliyê asteng bûye wê demê krîz û kaos çêbûne.''

Buldan got pêvajoyên muzakereyê ku ew jî tevlê bûye, li siberoja xwe û zarokên xwe bi hêvî bûye, bûye demeke wiha ya bi ewle lê ji 2015'an û wir ve Tirkiye dîsa ketiye rewşeke bi şer a bêewle, bêhêvî.

'GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ TECRÎD ŞIKAND'

Buldan diyar kir piştî 8 salan hevdîtina Ocalan a bi parêzeran re û her wiha piştî demeke dirêj hevditina bi malbatê re li gel ku gaveke derengmayî ye jî gaveke baş e û got, ev bi greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest pê kirî û li hemû zindanan berbelav bûyî û li çar hêlên cîhanê bi mirovên ku bedena xwe dane ber mirinê pêk hatiye.

Buldan bi bîr xist, ji bo ku tecrîd were şikandin têkoşîneke mezin hatiye dayin, hinekî jî be şikandina tecrîdê, hevdîtina bi parêzer û malbatê re girîng û biqîmet e û got, di şikandina tecrîdê de têkoşîna dayikên çarikspî ya li ber girtîgehê û çalakiya rûniştinê ya li meclîsê xwedî kedeke zêde bûye.

'DIVÊ HEVDÎTIN BI PARÊZER Û MALBATAN SÎNODAR NEMÎNE'

Buldan got bi qasî hevdîtinan peyamên ku Ocalan dayî jî pir girîng in û biqîmet in û domand, ''Rêzdar Ocalan bi peyamên ku şandî  dibêje di qadên aştiya civakî û lihekirinê de, qada siyaseta demokratîk de divê geşedanên girîng bibin. Di nav peyamên Rêzdar Ocalan de xeteke zirav heye ji bo ku ramanên wî mirov siyasî bike û bigihîne civakê. Ne tenê ji bo mirovên di greva birçîbûnê de her wiha ji bo dewletê û hikûmetê jî peyam hene; ew jî ew e ku divê Tirkiye were demokratîkirin. Tirkiye çawa dikare demokratîk bibe?

Bi çareseriya pirsgirêka Kurd re, bi vekirina cihokên siyaseta demokratîk, bi azadiya bi hezaran mirovên ku tenê ji bo ku axivîne û ramanên xwe vegotine, hatine girtin. Ji bo ku ev pêk were helbet ne divê tenê parêzer û malbat, şandeyên siyasî jî biçine Imraliyê. Ji bo vê jî biya me divê hevdîtin tenê bi parêzer û malbatan sînordar nemîni. Ji ber ku pêvajoyên wiha rê li aştiyê û çareseriya pirsgirêkan vedike.''

'LI SER MIJARA SÛRIYÊ TIRKIYE DIVÊ NEXŞÊREKE NÛ DEYNE'

Buldan li ser girîngiya peyama Ocalan a li ser Sûriyê sekinî û got, dema ku şandeya wan diçû Imraliyê meseleya Sûriyê û statûya Kurdên wir tim dibû rojev. Buldan got, ''Rêzdar Ocalan têkilî meseleya  Sûriyê digot, ''Sûriye xeta me ya sor e''. Biya min niha jî wiha difikire.

Van çar salan got divê polîtîkayên şaş ên Tirkiyê yên li ser Sûriyê divê rawestin û bi destûreke nû divê destkeftiyên Kurd werin mîsogerkirin û diyalog çêbibin. Ji vî alî ve dikare ji bo Tirkiyê nexşereyêke nû deyne û hewceyî jî bi vê heye. Rewş ber bi nebaşiyê ve diçe, hişmendiyeke ku Kurdan tine dihesibîne, tasfiye dike û destkeftiyên wê xerc dike, her demê wê bi Tirkiyê bide windakirin.''

'ÇARESERÎ NE BI AKP'Ê RE LÊ WÊ BI CIVAKÊ RE BIBE'

Buldan got pêvajoyên çareseriyê û muzakereyê encex ku alî muxatab werin dîtin dikarin dest pê bikin, di peyama Ocalan de tê destnîşankirin ku pêvajoyeke muzakereyê tine ye û ji ber vê jî niha ti îşareteke ku wê pêvajoya çareseriyê çêbibe, nîn e.

Buldan got piştî hilbijartinê ew ê ne bi AKP'ê re lê bi civakê, bi hêzên demokrasiyê û derdorên aştîxwaz re pêvajoya çareseriyê li ber xwe deynin. Buldan got, ''Li Tirkiyê pêvajoya aştî û muzakereyê divê civak biafirînin. Derdorên aştîxwaz, akademîsten, nivîskar û rewşenbîr divê bidin destpêkirin. Tirkiye bi tevahî divê li vê pêvajoyê xwedî derkeve. Ez behsa pêvajoykee wiha dikim ku ji dewlet û hikûmetê serbixwe be, civakê danîbe ber xwe û pêk anîne. Encex tevgereke wiha dikare dewlet û hikûmetê bike pêvajoyeke wiha . Wê demê mirov dikare behsa pêvajoyeke rastîn a muzakereyê bike.''

'STRATEJIYA ME YA 23'YÊ HEZÎRANÊ WÊ NEGUHERE'

Buldan her wiha li ser hilbijartina 23'yê Hezîranê ya Stenbolê jî got stratejiya wan a 31'ê Adarê wê neguhere, dîsa ji bo ku bi AKP'ê bidin windakirin wê bi hêzên demokrasiyê re bibin hêvî û ji bo demokratîkbûna Tirkiyê kedê bidin.