Di Gulanê de 163 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Hate ragihandin ku li Tirkiyeyê di meha Gulanê de 163 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.

Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Kerkeran (ÎSÎGM), rapora meha gulanê ya cînayetên karkeran li ser medya civakî bi raya giştî re parve kir. ÎSÎGM'ê diyar kir ku di Gulanê de 163 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Li gorî raporê di Gulanê de li Stenbolê 17, li Antalya 11, li Bûrsa 8, li Riha 8, li Îzmirê 7 karkeran jiyana xwe ji dest da. ÎSÎG'ê di raporê de destnîşan kir ku ji sedî 21 karker di qezayên serwîsa trafîkê de, ji sedî 20 di hilweşîn û hezazan de, ji sedî 17 ketin û ji sedî 50 karkerên çandiniyê ne. ÎSÎG'ê da zanîn ku ji karkerên jiyana xwe ji dest dane jê 12 jin û 151 mêr in û dîsa 9 jê zarok û 6 karker penaber in.