Malbat ji Îmraliyê vegeriyan

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan ên ji bo serdana cejnê çûbûn Îmraliyê, vegeriyan.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan ji bo serlêdana cejnê bi rêya parêzeran roja Înê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da,

Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan ên li Îmraliyê jî ji bo hevdîtinê daxwaza serlêdanê kiribûn.

Li ser bersiva erênî ya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê malbat di saetên sibê de berê xwe dan Qereqola Jendermeyan a Gemlikê û çûbûn Îmraliyê. Malbat piştî hevdîtina ji Îmraliyê vegeriyan. Malbat piştî karûbarên xwe yên li Qereqola Jendermeyan a Gemlikê vegeriyan.

Mehmet Ocalan herî dawî 12'ê Çileyê hevdîtinek bi birayê xwe Ocalan re pêk anî bû.

Malbatên Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî ji 15'ê Adara 2015'an û malbata Hamîlî Yildirim jî ji 15'ê Tîrmeha 2015'an ve hevdîtin pêk neanîbûn.