ROJEVA 9'Ê HEZÎRANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Hezîrana 2019'an.

- KCK: Divê Kurd û gelên li Kurdistanê hemû zanibin, êrîşên nû yên dagirkeriyê wê bingehê ji komkujî û qirkirinên nû re ava bike û em bang dikin ku bi ruhê Şeladizê li her deverê helwestê nîşan bidin.

- Hêzên gerîla bi çalakiyên xwe yên berfireh ên li herêma Serhedê salvegera pêngava 1'ê Hezîranê silav kirin. Em bi gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê der barê mijarê axivîn.

- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok bang li her kesî kir ku di hilbijartinên Stenbolê de li dijî AKP'ê dengê xwe bi kar bînin û got, "Yên ku dixwazin ji AKP'ê rizgar bibin, firsendeke dîrokî ketiye destê wan. Divê vê firsendê bi kar bînin."

- Sûlava Ahmedava ku di navbera Silêmaniye û Helebçeyê de ye, malovaniyê ji deh hezaran kesî re dike.