Salvegera 20'emîn a damezrandina KNK'ê hate pîrozkirin

Salvegera 20'emîn a damezrandina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li avahiya wê ya li Brukselê bi resepsiyonekê hate pîrozkirin.

KNK a ku sala 1999'an ava bû, meha Gulanê 20 sal li pey xwe hişt. KNK ku ji roja ava bûye ve ji bo yekîtiya Kurdan dixebite, li avahiya xwe ya li Brukselê 6'ê Hezîranê êvara Pêncşemê resepsiyonek da. Endamên KNK'ê yên li Belçîkayê, rêveber û dostên wê tevlî resepsiyonê bû.

Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç ji beşdarên resepsiyonê re axivî û salvegera damezrandina KNK'ê ya 20'emîn pîroz kir.

Ji damezrînerên KNK'ê Zubeyîr Aydar jî anî ziman ku li gel kêmasiyên xwe jî KNK heta niha bi rêk û pêk xebitiye û got, "Em hêvî dikin ku di sala 21'ê de pêkhateyên xwe hemûyan, nûnerên Kurdistanê hemûyan di bin vî sîwanî de li hev bicivînin. Hêviya me ev e. Pêwîstiya me ev e. Ya ku serdem ji me dixwaze ev e."

Aydar got, "Pêwîstiya me bi vê yekîtiyê heye. Xewn û xeyala sedan salî ya rewşenbîrên me ev e."