ROJEVA 6'Ê HEZÎRANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 6'ê Hezîrana 2019'an.

- Eşkere bû, girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Şakranê di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de bûn, piştî ku dawî li çalakiya xwe anîn xwarin şaş ji wan re hatiye dayin, lewma bi jehrê ketine û ew rakirine nexweşxaneyê.

- Dêra Taşhoron a dîrokî ya li Meletiyê, ji ber xemsariyê li ber hilweşînê ye. Dêr bûye devereke ku kesên madeyan bi kar tînin xwe lê digirin. Her wiha ji aliyê defînegeran ve hatiye talankirin.

- Neteweyên Yekbûyî, ji bo Somalî ya ku ziwatiyeke dijwar lê heye, hişyarî da. Di hişyariyê de hate ragihandin ku metirsiya xela û birçîbûnê heye.

- Li gorî lêkolîneke zanyarên Kanadayî, mirov salê bi deh hezaran perçikên mîkro-plastîk dadiqurtînin.