Çavûşoglû tevlî merasîma sondxwarinê ya Barzanî bû!

Dema ku dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê operasyoneke dagirker da destpêkirin, Wezîrê Karê Derve Mevlût Çavûşoglû ji bo tevlî merasîma sondxwarinê ya Nêçîrvan Barzanî bûbe, çû Hewlêrê.

Li balefirgeha navneteweyî ya Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî yê ku bûbû serokê herêmê Çavûşoglû pêşwazî kir.

Parlementerê AKP’ê Mehdî Eker, Konsolosê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Hakan Karaçay û Sefîrê Tirkiyeyê yê li Bexdayê Fatîh Yildiz jî li gel Çavûşoglû ne.

Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Parlementoya Hewlêrê di 28’ê Gulanê de ji bo Serokatiya Herêma Kurdistanê hatibû hilbijartin.

Wê merasîm nîvro dest pê bike. Tê payîn ku Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Heîko Maas û nûnerên gelek welatan wê tevlî merasîmê bibin.

Dema ku dewleta Tirk êrîşî Xakurkê kir, vê serdana Çavûşoglû pêk tê. Çavûşoglû beriya merasîma sondxwarinê bi Mesrûr Barzanî jî civiya.