ROJEVA 8'Ê HEZÎRANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 78ê Hezîrana 2019'an...

-Ehmed Şêxmûs ku cara pêşî 1994’an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtî, got, ‘’Şoreşa Rojava a 8 salî jî dîsa bi raman û felsefeya Rêber Apo geş bû’’

-Endama Koordînasyona PAJK’ê Şîmal Ulkem Guneş diyar ki hewceyî bi yekîtiya rêxistinên jinan heye û got, ‘’Mirov dikare were gel hev û li ser pirsgirêkan hûr bibe. Em bi wê potansiyele ne ku dikarin pêşengiyê bikin.’’

-Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan got divê ne tenê parêzer û malbat lê her wiha şandeyên siyasî jî biçine Imraliyê.

-Sûlava Miradiyê ku bi HES’ên ku li ser çêdikin dixwazin tine bikin, bi zêdebûna ava wê re, ji çavan re şahiyekê çêdike.

-Ken li her mirovî tê lê li hin mirovan zêdetir tê. Ji ber ku wan rêye heqîqetê hilbijartine û xwe danê. Her ku digihin heqîqetê xweşk dibin û kenê wan cuda dibin..

-Ji bo ku balê bikişînin ser sûcên şîrketên çekan ên Elman ku di dagirkirina Efrînê de hatin bikaranîn li Berlînê, li istasyona trênê afîşa ''Afrîn-Mad în Germany'' hate daleqandin.