Dagirkeriya Tirk li Adigeyê hate şermezarkirin

Dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê li Adigeyê hate şermezarkirin.

Êrîşa artêşa Tirk a ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê, li Komara Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate şermezarkirin.

Endamê KNK'ê yê Rûsyayê Feyzo Huseyîn li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Adigeyê axivî û diyar kir, dewleta Tirk li dijî gelê herêmê sûc dike.

Huseyîn got, "Dewleta Tirk a dagirker PKK'ê weke bahane nîşan dide û dest bi êrîşa dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê kiriye. Êrîşa dagirkeriyê zerareke mezin dide gelê sivîl û dixwazin gelê sivîl ji cih û warê wan derxînin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, faşîzma AKP'ê di dijminatiya Kurdan û kuştina Kurdan de sînoran nas nake û hate gotin, "Faşîzma AKP-MHP ku yekane derdê xwe kuştina Kurdan e, hin Kurd hene ku piştgiriya wan dikin."

Huseyîn got, "Divê ew hêzên piştgiriya faşîzma AKP-MHP'ê dikin tavilê dest ji vê polîtîkaya qirêj berdin û destûrê nedin hewldana dagirkeriyê. Ya ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê dike sûcê şer e. Di serî de Rûsya em bang li welatên Neteweyên Yekbûyî hemûyan dikin ku li dijî vê derkevin."