Temellî: Em ê Stenbolê jî ji qeyûman rizgar bikin!

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî got: “Me tecrîd şikand, em ê faşîzmê jî têk bibin. Em ê Stenbolê jî ji qeyûman rizgar bikin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî di çarçoveya bernameya pîrozkirina cejnê ya partiya xwe li Êlihê bû. Temellî piştî pîrozbahiya li rêxistina HDP’ê ya Êlihê û şûnde serdana Şaredariya Êlihê kir û li vir axivî.

Temellî ev got:

‘EM Ê STENBOLÊ JI QEYÛM RIZGAR BIKIN’

“Tevî hemû hîle û fêlbaziyan bi têkoşîn û biryardariya xwe me qeyûm ji Êlihê paqij kir. 23’ê Hezîranê jî em ê Stenbolê ji qeyûman rizgar bikin. Em ê di hilbijartinê de bersiva pêwîst bidin vê desthilata bi hevkariya YSK’ê hilbijartina li Stenbolê nû kir, bidin.

Êdî em bi van hîleyan naxap in. Qeyûm li kû hebin em ê wan derbixin. Di hilbijartina 23’ê Hezîranê de em ê Stenbolê jî ji qeyûman rizgar bikin. Piştî vê em ê îtifaqa Komarê a biloka faşîzmê jî paqij bikin. Em ê li vî welatî bi hev re komereke bi rûmet bi aştî û demokratîk ava bikin. Gumana tu kesê bila ji vê nebe.

Ji bo vê êrîşî HDP’ê dikin. Bi gotina ‘Kurd bila biçin, HDP’î terorîstin’ hatin. Yên ku wisa digotin bi nêzîkbûna hilbijartina 23’yê Hezîranê re hewl didin Kurdan û HDP’yiyan cuda bikin. Em Tirk, Kurd, jin, kedkar bi hev re têkoşîna aştî û demokrasiyê didin. Wê aştî bi HDP’ê bê vî welatî. Demokrasî pêk were wê bi HDP’ê pêk bê.”

‘ME TECRÎD ŞIKAND, DORA HILWEŞANDINA FAŞÎZMÊ YE’

Leyla Guven 200 rojî li ber xwe da. Dengê wê li hemû dinê hate bihîstin. Bi hezaran girtî li girtîgehan li ber xwe dan. Li her deverên cîhanê mirovên ketin grevên birçîbûnê li ber xwe dan. Tecrîd şikandin. Me gotibû ‘Em ê tecrîdê bişkînin’ bi hev re me şikand. Em niha dibêjin ‘Em ê faşîzmê hilweşînin’. Bawer bikin em ê bi hev re faşîzmê jî hilweşînin.

Ev welat krîzên wê yên cidî hene.Her roja diçe welat hê zêdetir ber bi karesatan ve kaş dibe. Ji bo vê ji bo rêya ‘rawestana’ vê di çarvoveya îtifaqa demokratîk û mezinkirina têkoşînê re derbas dibe.

 ‘GUH BIDIN BIRÊZ OCALAN’

Rêya aştiyê di pêvajoya têkoşîna aştiyeke bi rûmet û demokratîk re derbas dibe. Em guh bidin Birêz Ocalan. Ev 4 sal bû me guh nedayê rewşa welat li holê ye. Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser nabin. Li holêye ku muxatabê çareseriyê Birêz Ocalan e. Yên vê yekê piştguh dikin li Sûriyeyê dîwarê şer lê dikin. Ev israra di polîtîkaya şer de ye. Hilweşandina vî dîwarî bi destpêkirina têkoşîna aştiyê ve girêdayî ye. Li Tirkiyeyê aştyeke civakî bi vê têkoşînê pêkan e.

Hilbijartina 23’yê Hezîranê hilbijartina me tevan e. Tenê mijar ne hilbijartin e. Meselek meşa me ya dom dirêj e. Divê em bi gel û kedkarên re têkoşîna xwe piştî 23’yê Hezîranê jî bidomînin. Bang li hemû muhalefeta civakî, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û sendîkayan dikim; em bi hev re dikarin ji vê desthilatê rizgar bibin.