Êrîşên dewleta Tirk li Sydneyê hatin şermezarkirin

Êrîşên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, li bajarê Sydney ê Awûstralyayê bi çalakiyekê hatin şermezarkirin.

Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê, êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Çalakî li Custom House Cirqular Quayê pêk hat û lêkirina dîwarê dagirkeriyê yê li Efrînê jî hate şermezarkirin.

Der barê êrîşên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û Efrînê belavok hatin belavkirin û raya giştî hate agahdarkirin.