Li Iraqê 20760 donim zevî şewitî

Fermandariya Parastina Sivîl a Iraqê, raporek li ser şewata zeviyan eşkere kir. Li gorî raporê 20760 donim zevî şewitiye.

Li gelek eyaletên Iraqê, di serî de li Kerkûk, Xurmatû, Diyala û Xaneqînê ku herêmên cihê nîqaşê ne, ji 28'ê Nîsanê ve zevî dişewitin.

Fermandarê Parastina Sivîl a Iraqê Kazim Salman der barê mijarê de raporek eşkere kir û got, li 12 eyaletên Iraqê ji 28'ê Nîsanê ve 20760 donim zevî şewitî ne.

Di raporê de hate ragihandin ku herî zêde eyaletên Nînova, Selahaddîn û Kerkûkê ji şewatê zerar dîtine.

BÎLANÇOYA ŞEWATÊ YA LI EYALETÊN IRAQÊ

Li gorî raporê bîlançoya şewatê ya li eyaletên Iraqê wiha ye:

El Krix: 36 donim zevî şewitîn, zerar li 74 donimî bû.

El Resafe: 14 donim zevî şewitî, zerar li 402 donimî bû.

Babîl: 85 donim zevî şewitî, zerar li 46 donimî bû.

Mîsan: 49 donim zevî şewitî, zerar li 7 donimî bû.

Wasît: 227 donim zevî şewitî, zerar li 366 donimî bû.

El Dîvaniye: 5 donim zevî şewitî, zerar li 10 donimî bû.

El Diyala: 379 donim zevî şewitî, zerar li 4667 donimî bû.

El Mûssena: 27 donim zevî şewitî, zerar li 88 donimî bû.

Selahattîn: 4907 donim zevî şewitî, zerar li 42862 donimî bû.

Kerkûk: 3719 donim zevî şewitî, zerar li 33004 donimî bû.

Nînova: 11183 donim zevî şewitî, zerar li 441020 donimî bû.

Enba: 99 donim zevî şewitî, zerar li 292 donimî bû.

Balkêş e şewat herî zêde li wan herêman bû, ku berê ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibûn dagirkirin.