ROJEVA 7'Ê HEZÎRANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 7'ê Hezîrana 2019'an...

- Hevserokê OHD'ê parêzer Bunyamîn Şeker diyar kir, girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê dawî li greva birçîbûnê anîne ranekirine nexweşxaneyê û lîsteya diyetê li kantînê nîne.

- Avahiyên dîrokî yên li Meletiyê û Qesra Boztepe di rewşeke metirsîdar de ne.

- Zinar bi bandora jiyan û sekna leheng û bi rûmet a gelê Amedê, bi dilsoziya bi gelê xwe û pêşengên gel tevlî nava refên gerîla bû.

- Welatiya Elman Ozan Canê ku ji aliyê rejîma Erdogan ve dîl hatiye girtin, eşkere bû ku rêveberiya Berlînê ji bo berdana wê gelek caran bi rayedarên Tirk re hevdîtin kiriye, lê bi ser neketiye.

- Li Spanyayê, wezîfeya avakirina hikumeta nû ji Serokwezîrê sosyalîst Pedro Sanchez re hate dayin. Pêvajoyeke dijwar a danûstandinan li ber Sanchez e.