Nobedarên vê hefteyê koma ji Saarbruckenê ye
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' vê hefteyê ji aliyê komek ji Kurdistaniyên ji bajarê Saarbruckenê yê Elmanyayê tevlî bû, didome.
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' vê hefteyê ji aliyê komek ji Kurdistaniyên ji bajarê Saarbruckenê yê Elmanyayê tevlî bû, didome.
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê li ber avahiya Konseya Ewropayê pêk tê di hefteya 376'an de ye.
Her hefte Kurdistaniyên ji bajarekî cuda yên Ewropayê çalakiyê didomînin. Nobedarên vê hefteyê Daxil Îbrahîm, Evdilla Goktaş, Azîz Ektîren û Ramazan Ozgun ên ji Saarbruckenê ne.
'WEZÎFEYA HER KESÊN JI XWE RE DIBÊJIN DEMOKRAT Û KURD IM'
Di daxuyaniya komê de hate destnîşankirin ku tevlîbûna li çalakiya nobedê wezîfeya her Kurd û kesên ji xwe re dibêje 'ez demokat im'.
Di daxuyaniyê de her wiha Rojiya 12 Îmaman a Elewiyan hate pîrozkirin.
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku 7 sal in didome di 25'ê Hezîrana 2012'an dest pê kir û heta niha bi sed hezaran belavok û broşur hatin belavkirin.
Heta niha 2 hezar Kurdistanî tevî dostên xwe tevlî çalakiyê bûne.