Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê bi ço êrîşî girtiyan kirin

Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê, li girtiyên siyasî yên ku cezayên hucreyê yên kêfî şermezar dikirin bi ço êrîş hate kirin.

Li girtîgehên Tirkiyeyê her roj kiryareke êşkenceyê tê bihîstin. Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê, gardiyanan bi ço êrîşî girtiyan kirin. Yek ji girtiyên ku êşkence lê hate kirin Fatîh Ozgur Aydin e. Dayika Aydin Emîne Aydin ji ANF'ê re axivî û qala êşkenceyê kir.

'BEDENA WÎ ŞÎN Û REŞ KIRIBÛN'

Aydin diyar kir ku bi rêya telefonê dema ku bi kurê xwe axivî hîn bû ku êşkence lê hatiye kirin û got, "Kurê min Ozgur li hucreyê bi Ramazan Anik û Erdal Berk re dimîne. Şemiyê em bi rêya telefonê bi hev re axivîn. Got ku 19'ê Tebaxê gardiyan hatin Ramazan Anik bibin û ji ber ku ew li dij derketin bi ço êrîşî wan kirin. Anî ziman ku nêzî 20 gardiyanan avêtine ser hucreya wan û bi tundî li wan dane. Bedena wan şîn û reş kirine. Diyar kir ku ji ber êşkenceyê wan gilî kirine, lê belê dozger bi gotina 'li saziyê tiştekî bi vî renî naqewime' xwestiye ku êşkenceyê binixumîne."

'PÊNC MEH IN NABÎNIM, BI FIKAR IM'

Aydin diyar kir ku ew jî çûye edliyeya Çaglayanê, der barê rayedarên girtîgehê de gilî kiriye û anî ziman, tevî ku hefteyek di ser re derbas bûye hîn bersiv jê re nehatiye dayin. Aydin diyar kir ku pênc meh in ji ber qedexeya hevdîtinê nikare kurê xwe bibîne, lewma nizane ku rewşa wî çi ye û ji ber vê yekê jî ji jiyana kurê xwe bi fikar e.

Aydin xwest ku gardiyanên li kurê wê û hevalên wî xistine bên cezakirin.