Desteserkirina şaredariyên HDP'î li Stockholmê hate şermezarkirin

Endamên encûmena Şaredariya Stockholmê nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûman ên li şaredariyên HDP'î dan.

Li paytexta Swêd Stockholmê, beriya çend rojan heyetek ji Kurdistaniyan serdana Şaredariya Stockholmê kir û bi endamên Meclîsa Şaredariyê yên ji Partiya Karker a Sosyal Demokrat Salar Rashid, Emilia Bjurgren û Elin Nordmark re hevdîtin kir.

Selanîk Oner û Ayşa Goktepe der barê rewşa dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê, her wiha kiryarên qeyûman agahî dan endamên meclîsê yên sosyal demokrat. Bi vê armancê dosyayek pêşkêşî wan kirin. Endamên meclîsa şaredariyê jî diyar kirin ku ew ew li dijî dûrxistina ji wezîfeyê ya hilbijartiyane û gotin, wê piştevaniya xwe ya bi rêveberên şaredariyan ên ji wezîfeyê hatine dûrxistin bidomînin.

Salar Rashid piştî hevdîtinê di facebookê de daxuyaniyek weşand û piştevaniya xwe ya bi HDP'ê re anî ziman. Rashid got, "Tirkiye bi Erdogan re hîn bêhtir antî demokratîk, otorîter bûye. Divê Swêd, Yekîtiya Ewropa û civaka navneteweyî vê yekê şermezar bikin."

Canan Kandemîr û Selanîk Oner doh jî bi Alîkara Şaredar Clara Lindblom re hevdîtin pêk anîbûn.

Lindblom a ji Partiya Çep destnîşan kir ku ew ê tevlî hemû kar û kampanyayên ji bo piştevaniya şaredariyên HDP'î bibin.