Li gelek bajaran darbeya qeyûm hate protestokirin

HDP’ê li Şirnex, Riha, Dîlok, Meletî, Dersim û Amedê dagirkeriya qeyûman protesto kir.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li gelek bajaran li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarê mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê çalakiyên protestokirinê li dar xist.

ŞIRNEX

Li navenda Şirnexê û navçeyên wê Silopya û Hezexê tayînkirina qeyûman a ser her sê şaredariyên HDP'ê hatin şermezarkirin. Ji ber daxuyaniyên ku hatin dayîn û çalakiyên rûniştinê ku hatin lidarxistin, avahiyên HDP'ê yên bajar û navçeyan ji aliyê maşîneyên zirxî ve hatin dorpêçkirin.

Gelek tevlî çalakiya ku li navenda Şirnexê hat lidarxistin bûn. Di çalakiyê de bê navber dûrişmeya "Tundî nikarin me têk bibin" hatin berzkirin. Hevserokê HDP'ê yê Bajar Zekî Îrmez bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman mafê bijartin û hilbijirînê hatiye xespkirin û wiha got: "Desthilata AKP-MHP'ê di salên dawîn de otorîteriyê mezintir dikin û 2 amûrên bîrdozî kirine meriyetê. Yek ji van amûran tecrîd û yek jî qeyûm in."

Piştî daxuyaniyê ji bo demekê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

Li Silopyayê jî li ber avahiya HDP'ê ya navçeyê çalakî hat lidarxistin. Hevşaredarên Silopyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk jî di nav de gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Dest nede vîna min" hat vekirin. Di çalakiyê de rêveberê HDP'ê yê navçeyê Sûphî Kûlat axaftinek kir û ev tişt anî ziman: "Em ê ji bo demokrasî li vî welatî neyê tarîkirin têbikoşin. Polîtîkaya qeyûman nîşaneya dijberiya kurd û neyartiya demokrasiyê ye. Çiqas bêhiqûqî tê kirin bila bê kirin dê kurd û dostên demokrasiyê li hemberî feraseta qeyûman li ber xwe bidin."

Piştî axaftinê girseyê li ser çalakiya rûniştinê li dar xist û bi çepik û tilîliyan çalakiya xwe bi dawî kirin.

Li navçeya Hezaxê jî li gel dorpêça polisan jî li pêşiya avahiya HDP'ê daxuyanî hat dayîn. Gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Ji Meclîsa Jinê ya HDP'ê Medya Hezer daxuyand ku wê bi tu awayî tayînkirina qeyûman qebûl nekin. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

 RIHA

Li Rihayê, beriya daxuyaniya çapameniyê Avahiya HDP'ê ya Bajar ji aliyê polisan ve hat dorpêçkirin. Hemû kesên ku hatin vir ji aliyê polisan ve di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re hatin derbaskirin. Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê jî bi gefxwarina destgîrkirinê asteng kirin. Hevserokê HDP'ê yê Bajar Îsmaîl Karadag diyar kir ku qeyûm berhema zihniyeta tekperest in û dê kurd û dostên demokrasiyê li hemberî feraseta qeyûman li ber xwe bidin.

DÎLOK

Li Dîlokê jî Rêxistina HDP'ê ya Bajar xwest ku li Parqa Yeşîlsû çalakiya rûniştinê li dar bixe. Polîsan destûr neda ku ev çalakî bê lidarxistin. Polisan weke hincet jî biryara qedexekirina çalakiyan a Walîtiya Dîlokê nîşan da. Parlamenterê HDP'ê yê Bajar Mahmût Togrûl bertek nîşanî hinceta polisan da. Li gel hemû astengiyên polisan jî HDP'iyan çalakiya xwe li vir li dar xistin. Hevserokê HDP'ê yê Bajar Muslum Kiliç diyar kir ku ji bo welat mehkûmî taritiyê neyê kirin dê heta qeyûm pave bên kişandin têkoşîna xwe ya demokrasiyê bimeşînin.

Piştî daxuyaniyê hat ragihandin ku dê sibê di heman saetê de careke din çalakî li heman cihê wê were lidarxistin.

MELETÎ

Rêxistina HDP'ê ya Meletiyê jî li avahiya xwe ya bajar civîna çapameniyê li dar xist. Hevserokê HDP'ê yê Bajar Kemal Gedîk di civînê de axivî û diyar kir ku bi polîtîkayên qeyûman bêhn li welat tê çêkandin û wiha got: "Her çiqas behiqûqî bê kirin jî dê kurd û dostên wan li dijî vê bêhiqûqiyê bi têkoşîna demokrasiyê li ber xwe bidin."