Li Berlînê xwepêşandana 'dest nede xwezaya min'

Li paytexta Elmanya Berlînê komek ji aktîvîst, dostên xwezayê û siyasetmedaran, talana xwezayê ya ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin şermezar kir.

Li meydana Bradenburg Tor a Berlînê, li dijî talana xwezaya Kurdistan û Tirkiyeyê ku ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve tê kirin, xwepêşandanek pêk hat. Xwepêşandan ji aliyê Piştevaniya Xwezaya Tirkiyeyê ya Berlînê ve hate lidarxistin û talana xwezayê ya ku dewleta Tirk dike hate şermezarkirin.

Siyasetmedarên Kurd ên li sirgûnê, aktîvîstên xwezayê û nûnerên saziyên koçberan jî tevlî çalakiyê bûn û pankarta bi nivîsa "Talan xwezayê asteng bikin" hate hildan. Di xwepêşandanê de her wiha pankartên bi nivîsa "Dest nede xwezaya min", "Talana li daristanan rawestînin", "Em dixwazin hilmê werbigirin ne madenê" û "Bila Heskîf bê parastin" hatin hildan.

Parlamenterê Partiya Çep a Eyaleta Berlînê Hakan Taş li dijî êrîşên rejîma Erdogan li dijî xwezayê û mîrateya çandê ya gelan bang kir. Di xwepêşandanê de Piştevaniya Xwezaya Tirkiyeyê ya Berlînê daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de ji Çiyayên Kazê heta Heskîfê talana xwezayê hate bibîrxistin.