Buroya Hiqûqê ya Sedsalê peyama sersaxiyê ji bo Wallerstein da

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo civaknas Immanûel Wallerstein ê 31’ê Tebaxê rehmet kiribû, peyama sersaxiyê weşand.

Buroya Hiqûqyê ya Sedsalê ji bo civaknas Immanûel Wallerstein ê rehmet kiribû li ser hesabê Tewîtterê peyameke sersaxiyê ji bo malbat û xizmên wî weşand.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Em bi êşeke mezin wefata yek ji civaknasê girîng ê cîhanê Îmmanûel Wallerstein bihîst. Civaknasê ku roleke wî ya baş di Kampanyaya ji Ocalan re Azadî ya Birêz Ocalan de heye û muwekîlê me di parêznameyên xwe de ku qala wî dike, di serî de ji malbata wî û hemû camîaya zanistê re sersaxiyê dixwazin.”