Wekîla Fransayî li dijî desteserkirina şaredariyên HDP'î bang kir

Parlamentera çepgir a Fransayî Muriel Ressiguier li dijî desteserkirina şaredariyên HDP'î bang li hikumeta Fransayê kir ku li dijî dewleta Tirk helwestê nîşan bide.

Parlamentera Tevgera France Insoumise ya ji herêma Montpellierê ya Fransayê Muriel Ressiguier mijara desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê yên HDP'î ji Wezîrê Karên Derve û Wezîrê Karên Ewropayê pirsî.

Ressiguier bi bîr xist ku bi desteserkirina şaredariyan re qeyûm li şaredariyên HDP'î hatine tayînkirin û çalakiyên protestoyî jî dibin hedefa êrîşa polîsên Tirk.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Der barê pirsgirêka Kurd de û ji bo parastina mafên însanî yên gel divê Fransa di çarçoveya hewldanên dîplomatîk de helwestê nîşan bide.

Ressiguier pirseke wiha kir: "Ji bo mafên însanî yên Kurdan û nerazîbûna li pratîka zordar a li Tirkiyeyê, hikumet difikire ku çi bike?"