Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ji bo nîqaşkirin û çareseriya pirsa Kurd û aloziyên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê gotûbêj bikin 14-15’ê Îlonê li paytexta Swêd Stockholmê Konferansa Şêwira Neteweyî ya Rojhilatê Kurdistanê lidar dixe.
Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Zubeyîr Aydar ji servîsa Soranî ya ANF'ê re li ser mijarê axivî. Aydar banga tevlîbûnê li hemû aliyên Kurd, partî, hêz û kesayetên li Rojhilatê Kurdistanê kir ku cihê xwe di konferansê de bigirin û pêşniyarên xwe bînin ziman.
Aydar got, "Kongreya Neteweyî ya Kurdistane KNK têkildarî rewşa Rojhilatê Kurdistanê û bi taybet ji bo li hev nêzîkbûna partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê û bihêzkirina Yekîtiya Neteweyî, konferansekê pêk tîne.
Rojhilatê Kurdistanê û bi taybet li Îranê alozî û nearamiyek pir kûr heye. Li gel aloziyê îro li cîhanê Kurdistan jî di nava alozî û tevlîheviyan de ye. Li aliyekê Tevgera Azadiya Kurd bi pêş ve diçe, li aliyê din destkeftiyên Kurdan zêde dibin, li aliyê din jî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li Kurdistanê mezin û berfireh dibin. Yek ji dewleta êrîşan li ser Kurdanê dike Îran e. Her çendî Komara Îslamî ya Îranê roj bi roj sîstema rêveberiya xwe diguhere jî, lê siyaseta xwe ya di dijayeta li ser azadî û mafê Kurdan de sist nekiriye."
Aydar diyar kir, ku her çendî Serokkomarê Îranê Hesen Rohanî li ser banga diyalog û çareseriyê hate ser erkê, lê di pratîkê de berdewamiya heman siyaseta bêrê bû û got, "Destê Îranê di nava alozî û tevlîheviyên di herêmê de hene. Îran ji bo desthilatiya xwe bidomîne şerekî mezin li herêmê dike. Îran li Rojhilata Navîn ketiye nava hewldanên ku parek mezin ji bo xwe veqetîne. Her wiha Îran li gel vê li herêmê di astekî zêde de şer dike. Îran di warê aborî û civakî de rewşa wê pir xirab û ji hev ketiye.
Rejîma Îranê ji bo deng dernekevin zextên xwe zêde kiriye, bi taybet zext û zordariyeke mezin li ser Kurdan dike ku ji maf û azadiya wê bigire û dîsa bindest bihêle.
Îran bi qasî aloziyên navxweyî li derve jî ewqasî tengijiye, dîsa nakokiyê wê yên bi dewletên derve re bi taybet li Kendava Hurmuzê kûrtir bûye. Her ku diçe dorpêça navneteweyî ya li ser Îranê zêdetir dibe, ji bo wê jî derfetekî mezin li pêşiya Kurdan e ku têkoşîna xwe ya li dijî rejîma Îranê bilind bike, encamekî girîng û mezin jî bidest bixe."
Aydar got, "Em di vê baweriyê de ne ku wê ev platform bibe bingeheke ji bo diyaloga gelê Kurd û hemû pêkhateyên din ên Rojhilatê Kurdistanê. Em dizanin ku wê destkefiyên gelê me mezintir bikin, bi van bîr û hesan em li benda tevlîbûna we ne.
Li gel rewşa Îranê mixabin rewşa partiyên Kurdan jî belav in, pêwîst e gelê Kurd di vê rewşê de bi hestê neteweyî li hev kom bibin. Ji bo vê di vê demên krîz û qeyranan de pêwîstiyeke me ya mezin bi şêwira neteweyî heye. Eger em bikarin weke neteweyeke Kurd yekîtiya xwe pêk bînin, em ê bikaribin li Rojhilata Navîn bibin xwedî karekterekî mezin û aktorekî serek e.
Em Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) vê weke erkekê dibîne, pirsa Yekîtiya Neteweyî ya li Rojhilatê Kurdistanê weke mijareke serekî li pey çareseriyê bigere û çareseriyê jî bibîne. KNK dixwaze aliyên Kurd û belav li hev kom bibe. Bang li partî, hêz û kesayetên Rojhilatê Kurdistanê dikin ku tevlî vê kongeransê bibin, nêrîn û pêşniyarên xwe bînin ziman.”