Heyetek ji HDP’ê bi TUSÎAD’ê re civiya

Heyeta HDP’ê ya bi pêşengtiya Hevserokê HDP’ê Seazî Temellî  serdana TUSÎAD’ê kir.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê ve hatî dayîn, Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kurtulan, Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Erol Katircioglû serdana TUSİAD’ê kir.

Hate ragihnadin ku serdan bi çarçoweya hevdîtinên “Darbeya Qeyûm, Destûra Bingehîn a Demokratîk, Reforma Daraz û Tifaqa Demokrasiyê”  hatiye kirin.

Buroya Çapemeniyê diyar kir ku heyeta HDP’ê bi heyeta TUSÎAD a bi serokatiya Serokê TUSÎAD’ê Sîmone Kaslowskî re civiyane.