Girtiyê nexweş û siyasetmedarê Kurd nehatin tehliyekirin

Girtiyê nexweş Bayram Demîrhan jî di nav de, siyasetmedarên Kurd nehatin tehliyekirin.

12’emîn danişîna doza darizandina Endamê Meclîsa Partiya Civaka Demokratîk (DBP) Bayram Demîrhan û siyasetmedarên Kurd Davût Bozan, Hasan Îlhan, Mehmet Alî Dayan û Mehmet Ceylan ên par li Mêrdînê hatin girtin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin.

Bozan, di xweparastinê de diyar kir ku ji ber ku parêzerê wî nehatiye, ew naxwaza derbarê mutalaeyê de parastin bike û wiha got: “Ez ji Girtîgeha Tekîrdagê 48 saetên bi rê hatim. Ez di rê de nexweş ketim û mîna miriyekî gehiştim vê derê. Neçar mam ku li Sîncanê biçim nexweşxaneyê. Ev 18 roj in di girtîgehê de me. Ji derveyî vîna xwe, ez sewqî Tekîrdagê hatim kirin. Piştî demekê nexweşiya tansiyona bilind bi min re rû da. Ez û malbata min mexdûr in. Ez tehliyeya xwe dixwazim.”

Dûre girtiyê nexweş Demîrhan, parastina xwe ya berê kiribû, dibare kir û wiha axivî: “Derbarê me de tiştek şênber tuneye. Bi îdîayanên derew ev salek û nive me di girtîgehê digirin. Çavekê min ji sedî 95 û çavê min ê din jî, ji sedî 28 kor bûne. Ez nayêm derman kirin. Ji ber vê ez tehliya xwe dixwazim. Dosyeya me aîdê sala 2015’an ne, lê em di sala 2018’an de hatin girtin. Ger armanca me ya rêve hebûya em ê wê demê bireviyan.”

Dadgehê piştî navbera 5 deqîqeyan, biryara dewamkirina girtina 3 kesan da û danişîn taloqî 25’ê Cotmehê kir.