ROJEVA 3'Ê ÎLONA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Îlona 2019'an.

- Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan diyar kir, bi desteserkirina şaredariyan re careke din li dijî Kurdan şer hate ragihandin û got, Kurd her tim li dijî êrîşan rawestiyane.

- Sînemavanên ku di Forûma Aştî û Sînemayê de ya li Stenbolê li hev kom bûn, li dijî tayînkirina qeyûman qala piştevaniya xwe ya bi sînemavanên li bajarên Kurdan û têkoşîna hevpar kirin.

- Parlamenterê HDP'ê Nûsrettîn Maçîn desteserkirina şaredariyan weke gava dawî ya desthilatdariya AKP-MHP'ê pênase kir û got, "AKP ku li metropolên herî mezin û girîng ên Tirkiyeyê têk çû, li Kurdistanê careke din qeyûm xiste dewrê."

- Aktîvîsta TJA'yê ya li Mêrdînê Hacer Koç got, "Doh jî ji we hebû ku hûnê me bi vî rengî teslîm werbigirin, lê belê xwe xapand. Em ti carî teslîm nebûn, em ê teslîm nebin. Têkoşîna me ya li dijî van êrîşan wê her mezin bibe. Em ê ti carî tawîzê nedin."

- Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Mêrdînê anîn ziman, qeyûm êrîşên herî giran li dijî jin û ciwanan dikin û gotin, "Em bang li jin û ciwanan dikin ku li dijî vê polîtîkayê dakevin qadan."