Demîrtaş ji dozekê hate berdan

Siyasetmedar Selehattîn Demîrtaş ê ji dozeke di derbarê wî de dihate darezandin, bi biryareke giştî hate berdan.

Rûniştina 11’an a li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê ku Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê yê rehîn girtî jê dihate darezandin, li kampusa Girtîgeha Sincar pêk hat. Rûniştina ku ne Demîrtaş û ne jî parêzer amade bûn, dadgehê bi biryara giştî, di derbarê Demîrtaş de biryara berdanê da.

Ji parêzerên Demîrtaş Ramazan Demîr li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek da û got: “Biryar di rûniştineke ku ne Demîrtaş û ne jî parêzer amade hatiye girtin. Lê ji ber di derbarê Demîrtaş de 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hatiye erêkirin, niha nikare ji wê dozê bê berdan.”