Hezex kavilên qeyûm radike

Hevşaredarên Hezexê Murat Şen û Songul Erden gotin plansaziya qeyûm ew bû ku gel bidin koçberkirin.

Hevşaredarên Şaredariya Hezexê Muran Şen û Songul Erden hewl didin ku kavilên ji pey qeyûm mane rakin. Hevşaredaran gotin dema qeyûman şaredarî xistibûn bin xizmeta rantê û têrkirina alîgiran.

Hevşaredar Murat Şen got, ''Dema ku qeyûm tê gotin ya ku tê hişê gel rant e û ji bo ku gel koçber bibe, ew kesê ku her tiştî dike. Qeyûman her çendî ev plan kiribe jî gel xaka xwe berneda.''

Şen got wan digot ew çi qasî deyn li ser şaredariyê bihêlin dema ku hatin em ê bêgav bimînin, nikaribin xizmetê bikin lê şelişiîn, ti caran ew bêgav nemane û got, ''Dema ku em zanibin gel bi me re ye ev hêzekê dide me. Li Hezexê gelek kêmasî hene. Qeyûm xizmet neda gel.''

Hevşaredar  Songul Erden jî got, ''Ji bo jinan projeya me ya mala jinê heye. Plansaziya me ew e ku di demeke nêz de vê bi cih bînin. Bi vê projeyê em hem dixwazin ji bo jinan qadên hilberînê ava bikin û hem jî em dixwazin li qada aborî azadbûnê hêsan bikin.''