Li Dersimê qedexe hate îlankirin

Dewleta Tirk li Dersimê ji bo mehekê çalakî û aktivîteyên cuda qedexe kir.

Walîtiya Dersimê, çalakiyên li Wan, Mêrdîn û Amedê li dijî qeyûm tênk li darxistin hincet nîşan da û ji bo mehekê çalakiyên demokratîk û civakî qedexe kirin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan ji bo 4-5'ê Îlonê ji bo tevahiya Tirkiye biryara çalakiyan dabû. Walîtiyê bal kişand ser biryara HDP'ê ya çalakiyan û diyar kir ku ji xeynî çalakî û bernameyên ku Walî û Qeymeqam guncav bibine hemû çalakî ji bo 30 rojan hatine qedexe kirin.

Rêxistina HDP'ê 2 roj in li Kolana Hunerê ya Dersimê li dijî tayînkirina qeyûman çalakiya rûniştinê li dar dixin. Walîtiyê biryar teblîgî HDP’ê kir. Hevserokên HDP'ê yên Dersimê Ozlem Toprak û Hidir Çîçek, bi amirên polîsan re hevdîtin kirin û diyar kirin ku çalakiyên ew li dar dixin li gorî hiqûq û zagonan e. Hevserokan anîn ziman ku ji ber çalakiyên wan mafekî zagonî û rewa ye wê çalakiyên xwe berdewam bikin. Çalakiya HDP’ê ya li Kolana Hunerê berdewam dike