Forûma aştiyê ya sînemavanan a li dijî qeyûm

Sînemavanên ku di Forûma Aştî û Sînemayê de ya li Stenbolê li hev kom bûn, li dijî tayînkirina qeyûman qala piştevaniya xwe ya bi sînemavanên li bajarên Kurdan û têkoşîna hevpar kirin.

Sînemavanên ku li Stenbolê li hev kom bûn, di Forûma Sînema û Aştiyê de li dijî desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê li dijî van zext û zordariyan diyar kirin ku wê piştevaniya xwe xurt bikin.

'QEYÛM ÊRÎŞÎ HUNERÊ DIKE'

Forûma vekirî li Parka Abbasaga ya li navçeya Beşîktaş a Stenbolê pêk hat û peyamên Ozkan Kuçuk, Îlham Bakir û hunermendên ji Amedê hem bi rengekî nivîskî hem jî bi dîmen hatin ragihandin. Derhêner Reyan Tûvî, ji derhênerên Bakur Çayan Demîrel û fîlmçêker Ayşe Çetînbaş jî di nav de gelek kesên di sektora sînemayê de ne, diyar kirin ku qeyûm destpêkê êrîşî hunerê dikin; di pêvajoya destpêkê ya qeyûm de gelek karên çand û hunerê hatin rawestandin û bal kişandin ser girîngiya piştevaniya bi hunermendên li van herêman. Yên ku di forûmê de axivîn bal kişandin ser xisarên ku qeyûm bûne sedema wan û der barê sansurkirina sînemayê û rewşa festîvalan nêrînên xwe anîn ziman. Qisekeran anîn ziman ku qeyûm êrîşa li dijî jiyan û îradeya gel e û gotin, têkoşîna li dijî sansura li sînemayê û zexta qeyûm têkoşîneke hevpar e.

GIRÎNGIYA TÊKOŞÎNA HEVPAR

Ji FilmAmedê Ozkan Kuçuk di peyama xwe ya nivîskî de ragihand ku li dijî qeyûm divê bi hev re têkoşîneke hevpar bimeşînin û got, ji bo armanceke mezintir; ji bo avakirina sînematekekê li Amedê sînemavan dikarin piştevan bin. 

Şagirtekî Konservatûara Bajêr a Aram Tîgran jî diyar kir, tayînkirina qeyûm darbeya li îradeya gelê Amedê ye û destnîşan kir ku gelê Kurd wê vê yekê ti carî qebûl neke.

Ji Şanooya Bajêr a Amedê Elvan Koçer jî diyar kir, ku qeyûm kiryareke antî demokratîk e û got, "Di nava çar mehên piştî hilbijartinê de bêhn hatibû ber gel û hunerê."

Ji FilmAmedê Îlham Bakir jî got, "Di hilbijartinê de ji bo serketina partiyekê hemû derfetan seferber dikin, lê belê tevî vê yekê jî bi ser nakevin û ji ber vê yekê bi rêya qeyûman îradeya gel desteser dikin. Navê vê yekê bi rengekî eşkere; faşîzm e. "

Piştî ragihandina peyamên li dijî qeyûman fîlmê Kavil ê Ozcan Alper ê der barê şerê li Sûrê, fîlmê War ê Felat Erkozan ê der barê şerê li Sûrê hate nîşandan.