Di xwepêşandana li dijî qeyûman de gelek kes hatin destgîrkirin

Li ser banga Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê û tevlîbûna parlementerên HDP’ê li dijî qeyûman xwestin çalakiyekê li Beşîktaşê bê kirin. Polîsan êrîş bire ser çalakiyê û gelek kes destgîrkirin.

Polîsan rê neda daxuyaniya dihate xwestin li pêşiya Pastexaneya Hakan a Beşîktaş ku li dijî qeyûman a ji aliyê Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê ve bê dayîn. Dema ku dest bi axaftinan hatin kirin polîsan bi darê zorê rêveberên HDP’î û endamên wan ji qadê dûr xistin.

Dema li dijî vê pêkanînê kefî dirûşim hatin qîrkirin polîsan gelek kes bi lêdanê destgîrkirin. Dema Parlemeterên HDP’ê Zeynel Ozen, Huda Kaya, Zuleyha Gulum, Mûsa Pîroglû, Ridvan Tûran û Alî Kenanoglû xwestin vê yekê asteng bikin polîsan dor li wan girtin. Her wiha polîsan endamên çapemeniyê jî ji bo dîmen nekişînin astengkirin, rê nedan ku tu kes nêzî parlementeran bibin.

Parlementerên HDP’î yên di bin dorpêçê de dirûşmên ‘Qeyûm wê biçin em ê bimînin’ û ‘Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin’ qîr kirin, bang li xelkê Beşîktaşê kirin. Parlementerê HDP’ê Zeynel Ozen bi gotina, ‘Polîsên derbekar ên berê niha li girtîgehê ne. Hûn jî niha derbekaran diparêzin. Li Amed, Wan û Mêrdînê darbe li dijî gelê Kurd hate kirin. Li dijî derbekaran têkoşînkirin, mafê herî rewa yê demokratîk e. Rênedana mafê me yê rewa, tê wateya hevkariya derbekaran’ nerazîbûn nîşanî polîsan da.

Parlementer Huda Kaya jî bal kişand ser gefên Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû yê li dijî Serokê Giştî yê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglû û got: “Desthilat bi gotina kes nikare dengê xwe li hilbijêran bilind bike, niha ketiye wê astê ku vîna gel nasnake. Li Kurdistanê gel wê hedê we nîşanî we bike, lê hê jî we ders ji vê negirtiye. Hûn nikarin vî gelî bêdeng bikin.”

Her wiha parlementer Mûsa Pîroglû û Alî Kenangolû jî axivî û helwestên xwe yên li dijî qeyûm û polîsan nîşan dan.

Dorpêça li ser parlemetneran dewam dike.