Komîteya Rojava ya Swêdê banga protestokirina şîrketên çekan kir
Komîteyên Rojava yên Swêdê bang li hemû Kurd û dostên wan kir ku bila şîrketên Swêdê yên çekan difiroşin Tirkiyeyê, protesto bikin.
Komîteyên Rojava yên Swêdê bang li hemû Kurd û dostên wan kir ku bila şîrketên Swêdê yên çekan difiroşin Tirkiyeyê, protesto bikin.
Komîteyên Rojava diyar kirin ku bi çekên Swêdê li Sûriyeyê sûcê şer tê kirin û ji bo protestokirina şîrketên çekan ên Swêdê di 6’ê Îlonê de wê li 6 bajaran xwepêşandanên protestoyê were kirin.
Daxuyanî ji medyaya Swêdê û rêxistinên saziyên sivîl re hate şandin û di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Em niha diyar dikin ku sûcê şer li Sûriyeyê tê kirin. Li gorî medyaya Tirk çekên ku SSAB difiroşin, ketine destê komên milîsên Sûriyeyê. Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ev komên milîsan li dijî Kurdan karên êşkence, revandina mirovan û talanê dike.”
DEWLETA TIRK BI VAN ÇEKAN 2 DAGIRKERÎ KIR
Komîteyê diyar kir ku dewleta Tirk di nava 3 salan de tevî çeteyên ku çek dane wan du operasyonên leşkerî û dagirkerî kiriye.
Komîteyê diyar kir ku ji xeynî SSAB’ê şîrketên çekan ên SAAB û SCANIA jî motorên tank û panzêran firotine dewleta Tirk û bang li dijberên şer û parêzvanên mafên mirovan kir ku ji bo protestokirina SAAB, SSAB û SCANIA’yê bila tevlî çalakiyên di 6’ê Îlonê de bibin.
Li ser navê Komîteyên Rojava Nîclass Carlsson diyar kir ku li Sûriye, Bakur û Başûrê Kurdistanê li dijî Kurdan sûcê şer tê kirin û got “Em qebûl nakin ku Swêd çekan bifiroşe Tirkiyeyê. Di heman demê de Swêd û Yekîtiya Ewropayê dengê xwe ji binpêkirina mafên mirovan a Tirkiyeyê nake.”
Carlsson diyar kir ku ji ber desteserkirina şaredariyan û girtina bi sedan HDP’yiyan Swêd bertekeke xurt nîşan nade û got “HDP’ê kampanyayeke xurt a hilbijartinê meşand û li Kurdistanê li gelek cihan bi ser ket. HDP’yî qehreman e û xurt in.”
CIHÊ ÇALAKIYAN
STOCKHOLM
SAAB, Olof Palmes gata 17, saet 16.00-17.00
MALMO
SAAB, Isberg gata 2, saet 12.00-13.00
GOTEBORG
SSAB, Flojelbergsgatan 20, Molndal, saet 12.00-13.00
HELSÎNGBORG
SCANIA, Trîntegatan 6, saet 12.00-13.00
BORLÄNGE
SSAB, Kontorviksvägen 3, saet 14.00-15.00”