Daxuyaniya Ewropayê ya der barê desteserkirina şaredariyan

Yekîtiya Ewropayê nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên HDP'î da û diyar kir, ku ev yek dikare bandoreke giran li demokrasiya xwecihî bike. Ji bo çareseriyeke aştiyane jî daxwaza destpêkirina pêvajoyeke siyasî ya berfireh û bi ewle kir.

Delegasyona Yekîtiya Ewropayê ya li Konseya Ewropayê, der barê tayînkirina qeyûman li şûna şaredarên HDP'î daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî pêşkêşî civîna 4'ê Îlonê ya Konseya Wezîran hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 19'ê Tebaxê şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê hatine desteserkirin û bi sedan kes bi îdîaya "pêwendiya xwe bi terorîzmê heye" hatine destgîrkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Tayînkirina qeyûman li şûna Selçûk Mizrakli, Bedîa Ozgokçe û Ahmet Turk cihê fikaran e ku ev yek hurmeta li encamên demokratîk ên hilbijartinên 31'ê Adarê dixe rewşeke gumanbar. Dûrxistina ji wezîfeyê ya berpirsyarên siyasî yên xwecihî û girtina wan dike ku hilbijêr di asta xwecihî de ji temsîliyeta siyasî bêpar bên hiştin û demokrasiya xwecihî jî dixe nava rîskê."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Tirkiye divê di çarçoveya daxwazên Komîsyona Venedîkê û Şertê Xweseriya Xwecihî ya Ewropayê de tedbîrên ku rêveçûna demokrasiya xwecihî asteng dikin ji holê rake."

Di daxuyaniyê de her wiha bang hate kirin ku ji bo çareseriyeke aştiyane û mayinde pêvajoyeke siyasî ya berfireh û pê bawer ji nû ve bê destpêkirin.