Polîsan êrîş bire ser protestoya qeyûman

Polîsên êrîş birin ser xwepêşandana li dijî qeyûman a li Enqerê, 10 kes bi lêdanê destgîrkirin.

Polîsan êrîş bire ser girseya ku di xwestin li Qada Sakarya ya ji bo li dijî qeyûmên ku şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dagirkirine, çalakiya rûniştinê bikin. Çalakiya ku hêzên ked û demokrasiyê jî piştevanî kirin, polîsan 10 kes bi lêdanê destgîkrikin.

Amîrê polîsan ji bo Hevseroka HDP’ê ya Enqerê Zeyno Bayramoglû gefa, ‘Em ê we fêrî rêzdarî dayînê bikin, hûnê vê bibînin.’

Navê hinek kesên hatine destgîrkirin wiha ne: “Rêveberê HDP’ê yê bajar Betul Koca, Velî Selçûk, Rêveberê HDP’ê ya navçeya Madimak Abûzer Kisa, Alî Ozkan, Dîlan Karaer, Onûr Emre, Muhammet Şuayîp Polat.