ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Îlona 2019'an.

- Çalakiyên ji bo şermezarkirina desteserkirina şaredariyên HDP'î pêk tên wê werin şopandin.

- Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê dewlet bi rengekî rast tevbigere û got, "Divê peyamên Rêberê me rast bên xwendin."

- Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Mêrdînê diyar kirin, zext û êrîşên qeyûm herî zêde li dijî jin û ciwanan tên kirin û bang li ciwanan kirin ku dakevin qadan.

- Li Wanê pêla penaberan didome. Li Otogara navbera bajaran a Wanê bi sedan penaber bi mehan e di nava şert û mercên giran de ne dijîn.

- Her sal bi milyonan mrov ji ber sorikê jiyana xwe ji dest didin. Tê gotin, nebûna derzî û derfetên tedawîkirinê sedema mirina ji ber sorikê ye.