'Qeyûm kevneşopiya darbeyê ye'

Nûnerên Saziyên Elewiyan nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên HDP'î dan û destnîşan kirin, ku qeyûm kevneşopiya darbeyê ye.

Hevserokê Komeleya Elewiyan a Demokratîk Mûstafa Karabûdak, Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Ganî Kaplan, Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Ozgur Kaplan û Alîkarê Serokê Giştî yê Federasyona Alevî Bektaşî Muslum Metîn nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên HDP'î dan. Diyar kirin ku saziyên Elewiyan ên serdana şaredariyên HDP'î kirin nîşan dan ku ew li dijî dagirkeriya desthilatdariyê bi gel re ne.

Karabûdak diyar kir, qeyûm li bîr û baweriya wan nayê û got, "Qeyûm asîmîlasyon e, tundî ye, karekî ne bi daxwazê ye. Em qeyûm bi vî rengî pênase dikin. Desthilatdariya siyasî hewl da, ya ku li Wan, Amed û Mêrdînê nekarî bi hilbijartinên bi dest bixe, bi qeyûm werbigire." Karabûdak destnîşan kir, ew desteserkirina vîna gel ti carî qebûl nakin û anî ziman, ew bi îradeya hilbijartî, bi gel, hevşaredar û partiya wan re ne.

'NEHEQÎ LI KÊ HATIBE KIRIN EM BI WAN RE NE'

Muslum Metîn jî got, "Bi navê ABF'ê neheqî li kê hatibe kirin, ji kîjan ol, zima û nîjadê dibe bila bibe, em pê re ne, em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Kaplan anî ziman ew li dijî tayînkirina qeyûmane û got, "Qeyûm desteserkirina îradeya gel e, êrîş e, darbeya siyasî ye. Em dixwazin wezîfeya hevalên me yên hevşaredar tavilê radestî wan bê kirin. Ji ber ku ev yek kevneşopiya darbeyê ye. Em li dij in ku kevneşopiya darbeyê bi rêya qeyûman bê domkirin."

'AKP BI AFIRANDINA ALOZIYÊ HEWL DIDE KU TEMENÊ XWE YÊ SIYASÎ DIRÊJ BIKE'
 
Kaplan destnîşan kir, Elewî baş fêhm dike ku qeyûm tê çi wateyê û got, "Ji ber ku bi sedan sal in ku li her qada me ya jiyanê qeyûm tên ferzkirin. Ne Kurd ne jî Elewî dûrî vê helwesta AKP'ê ya nenaskirina îradeya gel e." Kaplan destnîşan kir ku AKP di nava panîkê de ye û bi afirandina aloziyê hewl dide temenê desthilatdariya xwe dirêj bike.