ROJANE
Hemû Nûçe
-
Hatîmogullari: Divê guh bidin rapora CPT'yê
Wekîla HDP'ê Tulay Hatîmogullari got ji bo aştiyê bi lezgînî divê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re diyalog were danîn û diyar kir divê bi rengekî cidî li ser rapora CPT'yê were sekinandin. -
HDP'ê komkujiya 6-7'ê Îlonê şermezar kir
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di salvegera 65'an de komkujiya 6-7'ê Îlonê şermezar kir, xwest ku bi vê şermê re hevrû bibin û dadmendî pêk were. -
Çîlîngîr: Eger bûyerên 6-7'ê Îlonê neyên cezakirin, wê dubare bibe
Nivîskar Tamer Çîlîngîr bal kişand ser Pogroma 6-7'ê Îlonê û got, "Neheqiya ku tê kirin dema neyê cezakirin, hingî dubare dibe." -
Demîr: Desthiltadarî hewl dide êrişê binixumîne
Şîrîn Demîr anî ziman, hewl tê dayin ku êrişa li Sakaryayê ya li dijî xizmên wê hatiye kirin bê nixumandin û got, "Hewl didin mirovan li welatê xwe xwe bieciqînin." -
'Em li welatê qirkirinê ne'
Siyasetmedar û aktîvîstên mafên mirovan êrişên li Sakaryayê yên li dijî Kurdan nirxandin û got, helwesta şerxwaz û nijadperest a AKP'ê ya li dijî Kurdan li nava gel cihê xwe girtiye. -
Roja destpêkê ya Meşa Dirêj bi dawî bû
Roja destpêkê ya Meşa Dirêj a ciwanên Kurd bi dawî bû, ku her sal ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina komploya navneteweyî bi rengekî kevneşop li dar dixin. -
ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2020'AN
Çend ji nûçeyên sereke yên li Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê. -
Saziyên civakî yên li Amedê êrîşa li Sakaryayê şermezar kirin
Saziyên civakî yên sivîl ên li Amedê êrîşa nijadperest a li ser karkerên demsalî yên Kurd şermezar kirin û gotin “Ev ne êrîşên edlî û munferît in.” -
Demîr: Cihêkarî li me kirin
Karkera demsalî Rojda Demîr a ku êrîşa nijadperest a li ser malbata xwe qeyd kir, diyar kir ku cihêkarî li wan hate kirin. -
Li 4 bajaran kargeh û wesayit hatin şewitandin
Insîyatîva Zarokên Êgir li Edîrne, Denizlî, Bûrsa û Antalyayê kargeh û wesayit şewitandin. -
Dayika Helîn Bolek: Zarokên me ji ber nehestyarbûnê mirin
Dayika endama Grûp Yorum Helîn bolek a di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da, Aygul Bîlgî diyar kir ku nehestyarbûn mirin bi xwe re anî û got: “Sedemê nehestyarbûna civakî rûsîpî ne.” -
Olûç: Divê hê zêdetir aktîv bin
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç anî ziman HDP wê li ser bendewariyên gel têkildarî krîzên civakî û aborî hê zêdetir polîtîkayên aktîv bi rê ve bibe. -
ROJEV 5'Ê ÎLONA 2020'AN
Li Kurdistan, Tirkiyê û cîhanê mijarên ku derketine pêş. -
DFG: Di meha Tebaxê de 2 rojnameger hatin girtin
DFG a rapora binpêkirinên li ser rojnamegeran a meha Tebaxê eşkere kir, diyar kir ku 2 rojnameger hatine girtin, êrîşî 8 rojnamegeran jî hatiye kirin. -
Li Sakaryayê êrîşî karkerên Kurd kirin
Karkerên ku ji Mêrdînê ji bo berhevkirina findiqan çûbûn Sakaryayê, êrîşekî nîjatperest li hember wan hate kirin. -
Rêxistinên Ciwanan: Em ê berxwedanê geş bikin
Rêxistinên Ciwanan peyman dan ku ew ê li dijî destgîrkirin û êşkenceya AKP-MHP'ê berxwedanê geş bikn. -
Parêzer Unsal dawî li rojiya mirinê anî
Parêzer Aytaç Unsal dawî li rojiya mirinê anî ku ji bo mafê darizandina wekhev 215 rojan di rojiya mirinê de bû. -
Meha Tebaxê 208 karker li ser kar mirin: Tedbîr nayên girtin
Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiyê ya Karkeran diyar kir ku di meha Tebaxê de 208 karker, di 8 mehên destpêkê yên salê de jî 1306 karker li ser kar hatin kuştin. -
Konseya Ewropayê xwest, Kavala 'tavilê bê berdan'
Konseya Ewropayê careke din bang li rayedarên Tirk kir ku Osman Kavala tavilê berdin. -
Jinên Tîrêjên Rojê li dijî tecrîdê çalakî lidar xistin
Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li zindanan, çalakiyên bersivdayinê li dar xistin. -
Ghobash: Ereb berevaniyê nekin Tirkiye wê her deverê dagir bike
Alîkarê Serokê Navenda Lêkolînên Siyasî û Stratejîk a Ereb Mukhtar Ghobash got dewleta Tirk ji pişt ve xencerê li Ereban dide û diyar kir çareserî xweparastin e. Ghobash her wiha got êrîşên li ser Kurdan jî bandorê li Ereban dike. -
Li Elmanyayê koalîsyona heyî dibe ku ji nû ve bi desthilatdar
Tê texmînkirin ku hikumeta koalîsyonê ya heyî ya li Elmanyayê, di hilbiartineke gengaz de ji nû ve bibe desthilatdar. Ji bo hilbijartinên 2021'ê ji bo namzetiya serokwezaretiyê du nav derdikevin pêş. -
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bang li Serokê DMME'yê kir
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi wesîleya serdana serokê DMME'yê Robert Spano ya li Tirkiyeyê, bi daxuyaniyekê bal kişand ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriyê dan
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Li Girtîgeha Wanê Dermanê şaş dane girtî
Li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Wanê ji ber dermanên şaş dane Îbrahîm Alkan ê 66 salî jehrî bûye û ew nexweşê diyabet û kolesterole ye.