Li Viyanayê li dijî girtîgehên bi tîpa bîrê greva birçîbûnê dest pê kir
Li Viyanayê bi boneya piştevaniya bi girtiyên li girtîgehên bi tîpa bîrê tên ragirtin, greva birçîbûnê dest pê kir.
Li Viyanayê bi boneya piştevaniya bi girtiyên li girtîgehên bi tîpa bîrê tên ragirtin, greva birçîbûnê dest pê kir.
Li gelek bajarên Elmanyayê bi boneya piştevaniya bi girtiyên li girtîgehên bi tîpa bîrê tên ragirtin re 24’ê Gulanê grevên birçîbûnê hatin destpêkirin. Di heman çarçoveyê de li Viyana û Londonê grevên birçîbûnê hatin destpêkirin.
Li Viyanayê, roja Pênçemê di saet 12:00’an de li Komeleya Çanda Jelka bi civîna çapemeniyê greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakî wê heta roja Şemiyê bidome.
Nûnerê Young Struggle (YS) û çalakgerê greva birçîbûnê, li Tirkiyeyê êrîşên li dijî ESP û SGDF’ê tehşîr kir û got: “Vîna şoreşgeran ti carê teslîm nayê girtin.”
Hevserokê AVEG-KONG’ê B. Ozdemîr jî bal kişand bi ser rewşa girtiyên siyasî û got: “Şoreşger wê heta dawiyê li ber xwe bidin.”
Di çarçoveya çalakiyê de li ber Konsolxaneya Macaristanê bi daxwaza berdana Maja T. çalakî hat lidarxistin.
Di çalakiyê de hate gotin ku Maja T, bi awayek derqanûnî ji Elmanya ji bo Macaristanê hat dersînorkirin.
Di çalakiyê de nameya Maja T, yê dema dest bi greva birçîbûnê kir nivîsand, hat xwendin. VTID’ê jî piştgiriya çalakiyê kir. Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Ji Maja re azadî” û “Ji girtiyên şoreşger re azadî” hatin berzkirin.
Di roja ewil a çalakiyê de filma li ser jiyan û têkoşîna milîtanê IRA’yê Bobby Sands hat pêşandan.