Hatîmogullari: Divê guh bidin rapora CPT'yê

Wekîla HDP'ê Tulay Hatîmogullari got ji bo aştiyê bi lezgînî divê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re diyalog were danîn û diyar kir divê bi rengekî cidî li ser rapora CPT'yê were sekinandin.

Tecrîda girankirî ya mitleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Wekîla HDP'ê ya Edene Tulah Hatîmogullari got tecrîda li ser Ocalan li cîhanê îstîsna ye, mînakên wê nînin û tecrîda li ser Ocalan bi maneyeke siyasî ya mezin e. Hatîmogullari got, ''Miemeleyeke wiha ya li rêberê gel tê maneya cezakirin wî gelî û miemeleya li wî gelî. Girava Imraliyê kirine girtîgeha bi ewlehiya bilind ku li cîhanê bêmînak e. Ji ber vê jî bi navê sûcê disiplînê dike tecrîd di nav tecrîdê de tê danîn, nahêlin ku malbat û parêzerên xwe re bibîne û bi vî rengî ceza tê dayin.''

Hatîmogullari her wiha got Ocalan di serî de ji bo gelê Kurd, ji bo gelek civakan girîng e, tezên ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan danîne tezên girîng in, ji bo cografyaya Rojhilata Navîn girîng in. Hatîmogullari her wiha got maneya siyasî ya tecrîda li ser Ocalan bi tersîna polîtîkayên şer ên Tirkiyê yên li Rojhilata Navîn (Deryaya Spî ya Rohilat, Libya, Sûriye, Iraq) deerkeve holê.

TEZÊN OCALAN JI BO ROJHILATA NAVÎN GIRÎNG IN

Hatîmogullari bal kişande ser dagirkeriya Tirk a li ser Rojava-Bakurê Sûriyê, got ji bo ku Tirkiye Kurdan bi cîrantî qebûl nake vê siyasetê dike. Hatîmogullari got, ''Tezên Rêzdar Ocalan li ser vê mijarê girînng e. Ne tenê komên çepgir, sosyalîst ên Tirkiyê, an jî rêxistinên Kurd, hemû rêxistinên civakên Rojhilata bi meraq lê dinerin û lêdikoşin. Konfederalîzma Demokratîk ji bo ku Rojhilata Navîn ji rewşa kaotîk derkeve nirxandineke pêşveker e. Pisporên Ereb, tevgerên berxwedanê yên Ereb bi hûrbînî li vê dikolin.''

Hatîmogullari got ji bo ku bawerî pê tînin ku wê van tezên Ocalan bi tecrîdê li giravê asê bikin vê dikin lê dema ku li qada Rojhilata Navîn û qada siyasî ya Tirkiyê dinerin tê dîtin ku tecrîdê nekariya fikrê Ocalan sînordar bike. Hatîmogullari her wiha got tecrîda girankirî ya li Imraliyê binpêkirina hiqûq û destûrê ye, her wiha bipêkirina mafê mirovan e.

Hatîmogullari her wiha got tecrîda li ser Ocalan tê maneya ku hîs, raman, îdeoloiya Kurd û hemû gelên azadîxwaz ên li ser azadiyê di girtîgehê de were asêkirin.

BI LEZGÎNÎ DIVÊ BI OCALAN RE DIYALOG WERE DANÎN

Hatîmogullari bal kişande ser rapora CPT'yê û got, ''Divê bi rengekî cidî li ser rapora CPT'yê were sekinandin. ji bo pirsa Kurd bi rêyên aştî û demokratîk çareser bibe, ku pirsa Kurd di rêya demokratîkbûnê de pirsa herî girîng e, hewcehiya me bi fikrên Rêzdar Ocalan heye.'' Hatîmogullari pêvajoya diyalogê bi bîr xist û got bi lezginî divê li wê pêvajoyê vegerin.

Hatîmogullari got, ''Demildest ji bo siyaseta aştiyê û diyalogê divê Rêzdar Ocalan muxatab were girtin. Fikrên ji CPT'yê û saziyên mafê mirovan ên Ewropa hatin divê bi baldarî li ser were sekinandin û ya herî girîng, divê were dîtin ku muxatabdîtina mirovekî ku di pozisyona rêberê gelê Kurd de ye wê xizmetê ji aştiyê re bike û ji vir gavek were avêtin. Di qonaxa sêyan a têkoşîna me ya demoratîk de me bi dirûşmeya ''Li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadî'' dest pê kir. Me diyar kir ku aştî çendî hewcehîyek e û di demeke wiha de ku li herêmê li dahola şer dixin çendî girîng e.''