ROJEV 5'Ê ÎLONA 2020'AN

Li Kurdistan, Tirkiyê û cîhanê mijarên ku derketine pêş.

-Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç anî ziman HDP wê li ser bendewariyên gel têkildarî krîzên civakî û aborî hê zêdetir polîtîkayên aktîv bi rê ve bibe.

-Dayika endama Grûp Yorum Helîn bolek a di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da, Aygul Bîlgî diyar kir ku nehestyarbûn mirin bi xwe re anî û got: “Sedemê nehestyarbûna civakî rûsîpî ne.”

-Gerîlayê Cenga Heftanînê bêyî ku ken li ser rû kêm bibe şer dike. Li pey ev du hevok dimînin ji Armanc Kerboran: ''Çil milyon guleyên we ji me li devê lûleyê jî bin...Êdî hûn nikarin me bisekinînin!''

-Xizmê nebediyan, weke her şemiyê, îro jî wê li aqûbeta nebediyan bipirsin.

-Bi dehan rêxistinên hawîrrdorparêz di çarçoveya kampanyaya 27’ê Tebaxê dayî destpêkirin, komeke aktivîstên derdorparêz, 500 kêlometre bi bisîklêtê xwe gihandin Stockholmê.