Demîr: Desthiltadarî hewl dide êrişê binixumîne

Şîrîn Demîr anî ziman, hewl tê dayin ku êrişa li Sakaryayê ya li dijî xizmên wê hatiye kirin bê nixumandin û got, "Hewl didin mirovan li welatê xwe xwe bieciqînin."

Şîrîn Demîr nerazîbûn nîşanî êrişa nijadperestiyê ya li Sakaryayê da ku li dijî xizmên wê hatin kirin. Demîr têkildarî mijarê ji ANF'ê re axivî.

Demîr diyar kir, 4'ê Îlonê dema ku dest bi kar kirin, heqaret li wan hate kirin û hate goitn, "Sixêfên gelekî giran li wan kirin. Piştî ku dest ji kar berdan jî êrişî wan kirin. Sîle li biraziya min Şîlan Demîr xistin. Di nava xwînê de hiştin. Bi zorê ji wir derketin. Baş bû ku hingî wesayita yekî ji Mêrdînê li wir derbas dibû, yekser li wesayitê siwar bûn û hatin. Eger li wir biman wê tiştekî hîn bêhtir nebaş bi serê wan ve bihata."

'LI MEDYA DÎJÎTAL JI ALIYÊ BI MILYONAN MIROVÎ VE HATE PARVEKIRIN'

Demîr nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Walîtiya Sakaryayê û Walîtiya Karên Hundir da û diyar kir, tevî ku êriş li medya dîjîtal ji aliyê bi milyonan mirovî ve hate parvekirin, rayedarên desthilatdariyê hewl didin bûyerê binixumînin.

Demîr got, "Radibin dibêjin, bûyer 22'ê Tebaxê li Kocaeliyê qewimî. Na, nexêr. Bûyer 4'ê Îlonê qewimî." Demîr destnîşan kir ku wê heta dawiyê li pey bûyerê bin.

'ZEXT LI ME TÊ KIRIN KU EM WELÊT BITERIKÎNIN'

Demîr diyar kir ku ev êriş roj bi roj zêde dibin û destnîşan kir ku êrişên bi vî rengî nijadperestiyê sor dikin. Demîr anî ziman, êrişkar pişta xwe dispêre hin deveran û got, "Eger cesaret ji hin kesan negirtibûya, ewqasî bi rengekî bêperwa êriş nedikirin. Hewl didin li warê xwe mirovan bieciqînin. Welê dikin ku zextê li mirovan dikin ji bo ji welêt derkevin. Hewl didin jiyaneke bi vî rengî biafirînin. Eger heta niha ceza li êrişkarekî bihata birîn, kesî tiştekî bi vî rengî nema dikir. Lê belê timî ji deriyê pêş ê emniyetê dikevin hundir û ji deriyê paş jî derdikevin. Kesê ku li Êlihê dest avêt zarokeke keç û bû sedema kuştina wê, çi bi wî hat? Ji deriyê pêş ê emniyetê kete hundir, ji deriyê paş jî derket."

'ÊRIŞÊN BI VÎ RENGÎ TIMÎ TÊN KIRIN'

Demîr diyar kir ku bi salane êrişên bi vî rengî yên nijadperestiyê tên kirin û got, "Sala derbasbûyî li deverkee din êrişeke wiha ya nijadperestiyê hate kirin. Li dijî zilamekî 80 salî hate kirin. Êrişî jineke 50 salî jî kirin. Her roj bûyerên bi vî rengî diqewimin, lê tên nixumandin."