Jinên Tîrêjên Rojê li dijî tecrîdê çalakî lidar xistin

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li zindanan, çalakiyên bersivdayinê li dar xistin.

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku dewleta Tirk ji ber ku ji têkoşîna bi pêşengiya Ocalan ditirse, tecrîd dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Weke ciwanên welatparêz ên li metropolên Tirkiyeyê, li dijî her cûreyên xiyanet, nokerî saziyên dewleta faşîst, em ê pêngava xwe ya çalakiyan mezin bikin û bibin deng û qîrîna berxwedanê ya Rêberê xwe û hevrêyên xwe yên li zindanan."

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên ku di navbera 1 û 3'ê Îlonê de li Stenbolê hatin lidarxistin ev agahî hatin parvekirin:

"Di 1'ê Îlonê de li Tûzla ya Stenbolê, 2 wesayitên AKP-MHP'iyên faşîst ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.

Di 2'ê Îlonê de li Gebze ya Stenbolê febrîqeya karsazekî AKP'î yê faşîst ji aliyê yekîneyên me ve bi çalakiya sabotajê hate îmhakirin. Her wiha 3 wesayitên luks ên şîrketê hatin şewitandin.

2'ê Îlonê li Hadimkoy a Stenbolê febrîqeyeke hilberînê ya karsazekî AKP'î ji aliyê yekîneyên me ve hate şewitandin. Di encamê de febrîqe bi temamî îmha bû.

2'ê Îlonê li Kartal a Stenbolê, 3 wesayitên hevkarên ku xizmetê ji AKP'ê re dikin ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.

Di 3'ê Îlonê de li Gebze ya Stenbolê 4 wesayitên luks ên faşîstan ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.

Çalakiyên hatin lidarfxistin li dijî tecrîdkirina Rêber Apo û hevrêyên me yên li zindanan çalakiyên bersivdanê ne."