ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2020'AN

Çend ji nûçeyên sereke yên li Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogûllari diyar kir, ku ji bo aştiyê divê tavilê diyalog bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê danîn û destnîşan kir ku divê rapora CPT bê dîtin.

Siyasetmedar û aktîvîstên mafên mirovan êrişên li Sakaryayê yên li dijî Kurdan nirxandin û got, helwesta şerxwaz û nijadperest a AKP'ê ya li dijî Kurdan li nava gel cihê xwe girtiye.

Şîrîn Demîr anî ziman, hewl tê dayin ku êrişa li Sakaryayê ya li dijî xizmên wê hatiye kirin bê nixumandin û got, "Hewl didin mirovan li welatê xwe xwe bieciqînin."

Êrişê destavêtinê yên li Kurdistanê, ku polîtîkayeke dewletê ye, dibin sedema ku bûyerên mîna ya Îpek Er rû bidin, ku piştî destavêtina çawişê pispor Mûsa Orhan dawî li jiyana xwe anî.

Xwegihandina dîrokê rastiyeke li nava PKK'ê. Şîlan Koçerku bi fedakarî û dilsoziya xwe ya bi têkoşînê dihate naskirin, bû milîtanek hêjayî Rêberê Gelê Kurd gel û gerîla.