Çîlîngîr: Eger bûyerên 6-7'ê Îlonê neyên cezakirin, wê dubare bibe

Nivîskar Tamer Çîlîngîr bal kişand ser Pogroma 6-7'ê Îlonê û got, "Neheqiya ku tê kirin dema neyê cezakirin, hingî dubare dibe."

Bi lêkolîner-nivîskar Tamer Çîlîngîr re em li ser Pogroma 6-7'ê Îlonê axivîn. Çîlîngîr li ser bûyerên ku di 6-7'ê Îlonê de qewimîn ev agahî dan:

"Di 6-7'ê Îlona 1955'an de li Stenbolê li Yedîkûle, Samatya, Beyoglû, Siraselvîler, Kûrtûlûş, Yeşîlkoy, Bakirkoy, Emînonu, Ûnkapani, Buyukada, Aksaray, Çenglekoy û Kûzgûncûkê 37 kes hatin kuştin, 30 kes birîndar bûn û destavêtin zêdeyî 300 jinên Rûm. Her wiha 87 dêr, 26 dibistan, 3 rojname, 4 goristan, 1004 mal, 4228 kargeh û 226 navendên hilberînê hatin talankirin."

'LI SER ÊN MAYÎ JÎ TIRKBÛN HATE FERZKIRIN'

Çîlîngîr anî ziman, ku Rûm piştî vê bûyerê fêhm kirin ku êdî li vî welatî nikarin bi rengekî azad bi nasnameya xwe bijîn û got, "Nasnameya xwe veşartin. Ji ber ku di her dema krîzê de dibûn hedef, gelek ji wan neçar man warê xwe biterikînin. Mal û milkên xwe bi erzanî firotin û çûn Yewnanistanê, careke din jî venegeriyan. Yên mayî jî bi giranî heman aqûbet bi serê wan ve hat. Neçar hatin hiştin ku Tirkbûnê, nasnameya Tirk û polîtîkayên Tirk qebûl bikin, van polîtîkayan biparêzin."

'SIYASETA BINGEHÎN, DAGIRKERÎ BÛ'

Nivîskar Çîlîngîr ku li ser Qirkirina Rûm a Pontûsê pirtûkek nivîsî ye, li ser bûyerên ku di dîroka komarê de bi serê hindikahiyan hatiye ev nirxandin kir:

"Beriya her tiştî ez dixwazim li ber gotina 'hindikahiyan' rabim. Yên ku ji wan re hindikahî tê gotin, heft sed salî li vê xakê desthilatdar bûn. Dema ku mirov ê pêvajoyê bi kurtasî bînin ziman dikarin bi vî rengî bêjin: 'Yên ku ji Asya Dûr li ser hespê hatin vî welatî, ku xwe li vî warê kirin xwedî', ji sedsala 11'an û pê ve li vê cografyayê tenê şewitandin, hilweşandin û tune kirin. Ew verisyonê Misilman ê qralên Romayê yên zalim bûn. Her tim zilm li nasname û baweriyên ne ji xwe kirin, ew weke dijmin dîtin. Dagirkerî, barbarî û dûrxistina ji rastiya xwe, siyaseta wan a bingehîn bû. Xaka ku bi zext û zora şûrê dagir kirin, li mirovên li wê xakê kirin girtîgeh.

Komar jî bi komkujî û qirkirina li van neteweyan ava bû. Piştî neteweya Xiristiyan dor hate neteweyên din ên ne Tirk. Polîtîkayên tundî, zext û asîmîlasyonê di dîroka Komarê de dewam kirin. Mirovên ne Tirk û ne Misilan ên mayî jî welê li wan kirin, ku nekarîn hilmê jî bistînin."

Têkildarî hejmara Rûman a berî û piştî qirkirinê Çîlîngîr got, "Li gorî Kemal Parpat (Jimartina fermî ya Osmanî) di sala 1906'an de hejmara Rûm ên Xiristiyan ên li xaka Osmaniyan 2 milyon û 136 hezar û 110 kes bûn. Di sala 1955'an de hejmara Rûm ên Xiristiyan 106 hezar bû. Di sala 1964'an de ev hejmar daket 30 hezar kesî. Piştî dagirkirina Qibrisê jî di sala 1975'an da deket 5 hezar kesî. Ev hejmar niha kêmî 1500 kesî ye."

'NEYÊ CEZAKIRIN, WÊ DUBARE BIBE'

Nivîskar Çîlîngîr anî ziman ku neheqî û zilma hatiye kirin eger neyê cezakirin, timî dbuare dibe û got, "Divê mirov sedema neheqî û zilma heyî, vê yekê bibîne. Civakên ku hesabê paşeroja xwe nedane, nikarin xeteke rast a têkoşînê deyne pêşiya xwe. Nikare azadî, edalet û wekheviyê pêk bîne."

Çîlîngîr herî dawî destnîşan kir ku hesabdayina qirkirinê ne pirsgirêka dîrokê ye, berevajî; pirsgirêka vê serdemê ye.