'Em li welatê qirkirinê ne'

Siyasetmedar û aktîvîstên mafên mirovan êrişên li Sakaryayê yên li dijî Kurdan nirxandin û got, helwesta şerxwaz û nijadperest a AKP'ê ya li dijî Kurdan li nava gel cihê xwe girtiye.

16 karkerên demsalî, ku ji navçeya Şemrexê ya Mêrdînê çûbûn Sakaryayê, bûn hedefa êrişa nijadperestî ya karsaz. Walîtiya Sakaryayê bi daxuyaniya xwe, mîna her cara ku êrişên nijadperestiyê li Tirkiyeyê dibe, bûyera ku qewimî derewand.

Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum, Parêzvana Mafên Mirovan û Parêzer Eren Keskîn û Seroka Şaxê Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Gulseren Yolerî, êrişên li Sakaryayê li dijî karkerên Kurd tên kirin ji ANF'ê re nirxand.

'ŞER Û NIJADPERESTÎ LI DIJÎ KURDAN XISTIN DEWRÊ'

Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum diyar kir ku êrişên li dijî Kurdan bûyereke nû nîne û bi bîr xist ku beriya niha ji ber ku bi Kurdî axivîne yan jî ji ber nasnameya xwe ya Kurd êrişên bi vî rengî li dijî Kurdan hatin kirin.

Gulum got, "Mixabin ceza li kiryarên êrişên bi vî rengî nehate birîn. Darizandineke rasteqîn nehate kirin. Gelek caran lêpirsîn jî nayên destpêkirin." Gulum destnîşan kirku ji daxuyaniya walîtiyê jî tê fêhmkirin ku wê polîtîkaya bêcezahiştinê bikeve dewrê.

Gulum destnîşankir, polîtîkaya bêcezahiştinê rê li ber lînca êrişên nijadperestiyê vedike û got, "Polîtîkaya desthilatdariyê ya li ser dijminatiya li Kurdan, bingehê ji vê rewşê re amade dike."

Gulum anî ziman, desthilatdarî ji bo hebûna xwe bidomîne, serî li rêbaza parçekirin û rakirina li ber hev a gel dide û got, "Polîtîkaya dijminkirinê tê meşandin. Li şûna pêvajoya çareseriyê ya pirsgirêka Kurd, şer, nijadperestî û mîlîtarîzm xistine dewrê. Hin hêz û kes jî hêzê ji vê yekê werdigirin. Li şûna polîtîkaya ku welêt parçe dike, divê siyaseteke ku piştevaniyê di nava gelan de diafirîne bê meşandin. Ev êriş di heman demê de tê wê wateyê ku keda karkerên demsalî tê xwarin, bi mûçeyekî kêm tên xebitandin û heqê wan jî nayê dayin."

'SAKARYA BÛYE CIHEK KU NIJADPERESTÎ LÊ HATIYE SORKIRIN'

Seroka Şaxê Stenbolê ya ÎHD'ê Gulseren Yolerî jî destnîşan kir ku daxuyaniya Waliyê Sakaryayê nerast e. Yolerî destnîşan kir ku wan xwe gihandine endamên malbatê, li gorî agahiyên ji wan girtine êrişa hatiye kirin êrişeke nijadperestî ye û got, "Nifûsa li vê herêmê bi koçberiyê ji deverên cuda hatine. Em zanin ku li deverên nifûseke bi vî rengî heye, neteweperestî, nijadperestî bi hêsanî dikare bê sorkirin. Bingeheke bi vî rengî heye. Demeke dirêj e ku parêzvanên mafên mirovan nikarin bi hêsanî li vê herêmê bixebitin. Her tim pirsgirêkee mezin heye. Sakarya devereke welê ye ku neteweperestî, feraseta nijadperestiyê bi hêsanî lê dikare bê sorkirin."

KESKÎN: EM LI WELATEKÎ QIRKIRINÊ NE

Parêzvana Mafên Mirovan û Parêzer Eren Keskîn jî rexne kir ku nijadperestî timî weke nexweşiyekê tê pênasekirin.

Keskîn got, "Eger nexweşî bûya wê dermanê wê bihata dîtin" û wiha dewam kir: "Ev pirsgirêka sîstemê ye. Ev yek li cografyaya me ne tiştekî xerîb e. Bifikirin; em li cografyaya xwe nikarin sûcên ji ber nijadperestiyê jî nîqaş bikin. Ev der cografyayeke qirkirinê ye. Qirkirinên 1915, 1938'an jî nikarin bên nîqaşkirin. Nîqaşkirina wan jî qedexe ye. Yê ku li vê cografyayê hiquqa sîstemê çê kir Mahmût Esad Bozkûrt e. Vî kesî digot, 'Eger tu ne Tirk be, wezîfeya te tenê xizmetkirina ji bo Tirkan e'. Li vê cografyayê rêxistinbûneke totalîter heye û polîtîkayên nijadperestiyê yên dewletê bandorê li gel jî dikin. Ev yek jî bi rengekî rêxistinbûyî li ser mirovan tê ferzkirin."